Ferîd Xan

çiroka kûçikên birçî
bê welat jî mirov dikare bijî
mîna kûçikan
mîna kûçikên bêxwedî jî
dinya welatê min e
mirov dikare bêje
mîna utopîstan
mîna kuçikên utopîst
lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî
pehîna xwe li te bide
biçî ku, herkes kûçikê xwe berra te bide
him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke
him jî tukes li te xwedî dernekeve
û li seranserî cîhanê
hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî
wê demê belkî xwediyek û welatek ji te re lazim be
ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî!
ferîd xan
estanika kutikanê vêşanan
bê welat zî merdim şêno biciwîyo
sey kutikan
sey kutikanê bêwayîran zî
dinya welatê min o
merdim şêno vajo
sey utopîstan
sey kutikanê utopîstan
la gama ke ti verê kamî ra derbas bibî
paskulê xo dano to ro
ti şirî kotî, her kes kutikê xo verdano to
hem tu kes bêwayîrtîya to qebul nêko
hem tu kes to rê wayîr nêvejîyo û seranserê cîhanî de
esteyê belateyêkê bêwayîrî zî çinê bo ke ti bikojî
o çax belkî wayîrêk û welatêk to rê lazim bo
seba ke ti kutikîya xo biciwî!
ferîd xan
kurmanckî ra açarnayox: m. sebrî akgonul
çime: newepel, hûmare 23

Posted via Blogaway

Gulîzer

Şev şikestinên mirov dide ser hev
Qesrekê çêdike
Qesrek ku têra xwe xweşik
Û têra xwe.
Tu li kîjan oda wê bibî mêvan
Wê aliyekî rihê te miz bide.
Gulîzer
Ji: Şevname r:40 weşanên Avesta

Posted via Blogaway

Bawer Rûken

“ ez tenêherfek im di nava rûpelên deftera qederê de. Û her wiha ji xeyaleke ku didaristana mejiyê yekî de hatime avakirin wêdetir ne tiştek im.”
Ji: Qalik r:138 avesta

Posted via Blogaway

Bextiyar Elî

Bavo, bihuşt û dojeh jî herdu li derveyî malê ne ger ez bi kêfa xwe ji malê dernekevim û rêyekî ji van herduyan ne şopînim dû re wê min ji navtengê vé bi zorê bikişkişînin û ji malê derxînin vêca ez bi kêfa xwe derkevim çêtir e.
Balîndeyên Qesra Xemgîn RP.163
Bextiyar Elî

Posted via Blogaway

Tengezar Marînî

Kî dizane?
Bo Rojê, evîna derenghatî
Li nav sîberê bû
hezar rondik
kurtepistî
him-him û gum-gum
Pêk ve di nav rojê de xewr bû
di xakê de çal
diviya azad bibe
hevreyê wî strand
Bitinê bû, jiyan bi tevahî
girtî, dengekî zelal nebû
dihate vekêşan
bi xum xum
Armeyek hebû
navê te jê hatibû birin
ez li ser rêya rast im
Ne di pirtûkekê de

Posted via Blogaway

Hesenê Metê

"– Ev çi rê bû te da ber xelkê, Mîrê min, ev çi ilm û îrfan bû!... Xwendin û nivîsandina bavê min tunebû... di dema wan de dunya ne gilover bû, di dema wan de dunya li dora xwe nedizivirî lê... lê dîsa jî bextiyar bûn."
Hesenê Metê
Ji: Epîlogê

Posted via Blogaway

Fawaz Husên

Paşê wî dîsa ji xwe re got:
  "Ji ber gulekê ku min bawer dikir ku tu gul wek wê tunebûn, min xwe dewlemend didît û ez anuha dibînim ku bi rastî bi hezaran gul wek wê hene. Bi ser de jî, bi her sê agirdizên xwe yên digihîjin çoka
min û yê vemirî jî belkî tucarî pênekeve, erê bi van hemû tiştan mîrzayekî mezin ji min çênabe..."
Antoine De Saint-Exupéry
Bo  Kurdî: Fawaz Husên
Ji: Mîrzayê Piçûk r:76 weşanên Avesta
Mîrzayê piçûk got:
-Tu kî yî? Tu pir xweşik î...
Rovî got:
-Ez roviyek im.
Mîrzayê piçûk jê xwest:
-Were bi min re bilîze. Ez pir xemgîn im...
Rovî vegerand:
-Ez nikarim bi te re bilîzim. Ez ne kedîkirî me.
Antoine De Saint-Exupéry
Bo  Kurdî: Fawaz Husên
Ji: Mîrzayê Piçûk r:77 weşanên Avesta

Posted via Blogaway

Mehmet Dicle

Pîra Hacer got:
"Kî dizane, belkî îsal jî Hesenê min were" û meşiya ber bi Girê Ziyaretê ve. Çû û potikekî sor avet çiqlekî wê û rûnişt li bin dara giwîjê, awirên xwe kuta rê.
Mehmet Dicle
Ji: Nara r:18 weşanên Avesta



Posted via Blogaway

Helîm Yûsiv

"Weke ku her kesî li vî bajarî ji bîr kiribe ka çi li Deriyê Çiyê bûbe."
Helîm Yûsiv
Ji:Gava Ku Masî Tî Dibin, r.152




Posted via Blogaway

Jan Dost

Di deryayeke pêldarde û bi keştiyeke
riziyayî mirov hêviya çi peravan dike? Ew
weke xewnan di nava pêlên aware ya xuya
dikin, peravine ji xewnên beravêtî, xewnine
ji mija xeyalekî dîn û bê perav! Çend caran
xewn bi xelekên teng yên werîsên daleqandî
hatin lorandin?
Ma xewn ne derewên şevê ne?
Jan Dost
Ji: Mijabad r.29-30

Posted via Blogaway

Fatih Aydin

"Mîr hebûn, Zana bûn
Ûsif hebûn, Mîrzan bûn
Belê, Xwedîyên sebirê bûn
Û pê bûne Mîrên Misirê...
Ji bo xatirê Gul'an û Mîrzan'an"
Fatih Aydin
Ji: Sefernameya Hezar û Yek Fersengî -pêşnivîsa pirtûkê- weşanên LÎS

Posted via Blogaway

Baba Tahirê Uryan(Hemedanî)

Rubaiyat / Baba Tahirê Uryan(Hemedanî)

*(22 heb rubaî)

1
Lûrî

Me ger şîr û piling î, ey dil, ey dil
Be mu dayim be ceng î, ey dil, ey dil
Eger destem resed xûnet birîcem
Biwînem ta çi reng î, ey dil, ey dil

Kurmancî

Me ger şêr û piling î, ey dil, ey dil
D’ gel min her dem li ceng î, ey dil, eydil
Eger dest im giha xûna te d’rêjim
Bibînim ka çi reng î, ey dil, ey dil

2
Lûrî

Behar amed be sehra û der û deşt
Cewanî hem beharî bud û biguzeşt
Serî qebrî cewanan lale rûye
Demî kî mehweşan ayen be gulgeşt

Kurmancî

Bihar hat, hat ji bo çolê û der û deşt
Biharek bû, ciwanî hat, biguzeşt
Serê gora ciwanan lale zîl dide
Her li dema ku zerî têne gulgeşt

3
Lûrî

Bure rozî kî dîdarî te wînem
Gul û sumbul be dîdarî te çînem
Bure bunşîn berem salan û mahan
Kî ta sîret biwînem nazenînem

Kurmancî

Were rojek dîdara te bibînim
Gul û sumbul bi dîdara te çînim
Were rûnin nik min salan û mehan
Da ku têr te bibînim nazenîn im

4
Lûrî

Dilî şad ez dilî zareş xeber nî
Selametrû zi bîmareş xeber nî
Ne teqsîrî te în resmî qedîm e
Kî azad ez giriftareş xeber nî

Kurmancî

Dilê şad ageh ji dilê jar nîne
Kesê xoşrewş ageh ji bîmar nîne
Ne b’nasê te ev wêneyeke kevn e
Ku azad ji dîlî agehdar nîne

5
Delal, nava çavê min qesra te ye
Nav du çavê min cihê piyê te ye
Ditirsim tu xafil gav bavêjî û
Piyê te ji mûjankê min biêşe

6
Ji destê çav û dil herduyan feryad
Xencerekî çêbikim devê wê ji polad
Kî çav her çi dibînit dil dikete yad
Çavan bidem kî dil bibîte azad

7
Yê ez im, yara min navê bibe yar
Yê ez im, derdê min nabe sivikbar
Dibêjin ku yara te d'xewê de ye
Çi xewek ebedî ye û bêhişyar

8
Laleyên ser çiyayê min tu yî yar
Binefşên cokenarê min tu yî yar
Laleyên çiyayan yekhefteyî ne
Hêviya hemû rojê min tu yî yar

9
Wax li wê rojê ku biçim gora teng
Birijînin ser serê min ax û seng
Ne ling hebin ez ji maran birevim
Ne dest hebin b'mûriyan re bikim ceng

10
Bi kuça te, ta kengî werim biçim
Dûr ji weslat, ta kengî werim biçim
Li kuça te, ji bona dîtina te
Xwedê bitirs, ta kengî werim biçim

11
Felek te ez perîşan kirim axir
Te ez dûr ji gulîzar kirim axir
Te ez li nav texta tewlê rûnandim
Û b'şeş û penc, te'z wêran kirim axir

12
Cardin bû şev, da canê min bisoje
Ji serî heta piyê min bisoje
Jibo xatirê yeke sebzerengî
Ditirsim ku îmana min bisoje

13
Tu noşa min nîn î, êşam çima yî
Tu yara min nîn î, pêşam çima yî
Tu ku ji dilê min re merhem nîn î
Ser dilê min de xwêreşam çima yî

14
Qeder herdem guhê min de dibêje
Ku ev derdê dilê te bêîlac e
Ger tu cewher bî jî bêkirîdar î
Ji bona ku ruhê te bêrewac e

15
Şev tarî û rê bi kevir û ez mest
Qedeh ket ji destê min û qe neşkest
Parêzê wê, xweş parêziyê dike
Eger na, sed qedeh bê ketin şikest

16
Dilêm bê wesla te şadî nabîne
Ji derd û xeman azadî nabîne
Xerababadê dil, bê hatina te
Îlahî ti wext abadî nabîne

17
Dilêm derdîn û nalîn e, çi bêjim
Ruwêm tozîn û axîn e, çi bêjim
Li nav heftê'w du milletan geriyam
Ji murîdên sed mezheb re çi bêjim

18
Ez bi derd neşewitîme, derman çi
Ez nemirime, girî û fîxan çi
Gul û lale şewitîne sertaser
Ma eger bicivin ewr û baran çi

19
Ma tu şêr ya piling î, ey dil ey dil
Min re herdem bi ceng î, ey dil ey dil
Ez te bigrim, ez ê xwîna te rêjim
Bibînim ku çi reng î, ey dil ey dil

20
Kafir im ger cardin biçînim lale
Kafir im ger cardin av bidim lale
Kafir im ger navê lale zikr bikim
Dilê min dused car dax daye lale

21
Dilêm dûr e, bi halê wî nizanim
Kesî divim ku peyamkê bişînim
Ey Xweda tu mirina min dereng ke
Da ku ez çavên yara xwe bibînim

22
Tu ji min dûr î, dilê min ji min dûr
Hemû hewesê dinyayê ji min dûr
Bi canê dilberê ku l'herdu alem
Ji xeynî dilberam, her tişt ji min dûr

Baba Tahirê Uryan(Hemedanî)

Çavkanî(rûpela facebookê): "Baba Tahirê Uryan"

Dilawer Zeraq

Li vir dayê... Her kesî yek armanc e... Her kesî yek karwan e... Her kesî yek xak e... Her kesî yek kiryarî ye...
Dilawer Zeraq
Ji: Nexşên Li Giyan r:19 weşanên LÎS

Posted via Blogaway

Yaşar Kemal

1-
- Em ê dibistanên ku gêrîkan dikin fîl vekin. Gava çêlikên gêrîkan hîn nuh çêdibin, em ê wan bînin li van dibistanan perwerde bikin. Ew gêrîk bin jî ew ê xwe fîl bihesibînin û ew ê ji fîlan bêtir bi fîlîtiyê ve bên girêdan. Bi sedan salan e ku li Mirovistanê, ev sîstema perwerdekirinê tê mejandin. Ew ê bibin fîl û xwe fîl bihesibînin, lê ew ê qet ji bîr nekin ku ew fîlên bi qasî gêrîkan in.
Ji: Siltanê Fîlan – Yaşar Kemal
ji Tirkî: Mustafa Aydogan
rûpel:197 weşanên NÛDEM

Posted via Blogaway

H.Kovan Baqî

"Heke herfan têra gotina tiştên di hişê min de bikirana
Peyv ê bibana agir
Wê him ziman bişewitandina û him zeman"
H.Kovan Baqî
ji:Heteroglossîa r:187 weşanên Ronahî
Kurd, xwe diniximîne û welatê xwe tazî dike. Çi eyb! Çi çîrokeke mustehcen!
H.Kovan Baqî
ji:Heteroglossîa r:30 weşanên Ronahî
Kurd, têleke ziravik e.Heke tu bide destê vîrtuêzekî ewê têlê dîneser kemanê û tiliyên xwe bidê. Lê ku tu bi xeletî bide destê qesasekî ew ê teqezbişidîne li qirik(ek)ê.
H.Kovan Baqî
ji: Heteroglossîa r:185 weşanên Ronahî



Posted via Blogaway

Arşevê Oskan

Çi
Gotineke westiyayî
di laşê çîrokê de
derdekî mezin diafirîne
Awazeke qop
di straneke evînî de
têla tembûrê diwestîne
Derdê te
û mezinbûna êşê
di bindestiyê de
vedigevizîne
Şivantiya azadîyê
li rûpela daxwazê
ditevizîne
Awirên bi lav
di hewara keserê de
bê wate dimîne
Arşevê Oskan
ji: Xewnistan r:30 weşanên DO

Posted via Blogaway

Şahînê Bekirê Soreklî

Heke li gundekî Kurdan bûya, me dê leqeba "Apê" dabûya pêş navê Xidir, me dê weke "Apê Xidir" behsa wî bikira, lê em ê li vir weke "Xidir" behsa wî bikin, çimkî ew li Brîsbîn bi vî navî tê nasîn û ji lewre em mafê binavkirina wî weke "Xalê Xidir" jî nadin xwe.
Şahînê Bekirê Soreklî
Ji: Pisîk Jî Xewnan Dibînin r:70 weşanên Lîs
Ew qas raman dîsa di nav hişê min de xwe kirine nav ewrekî û dixwazin bibarin. Nîvê şevê careke din derbas bûye, giyan westa ye lê dil û mêjî bi hev re ketine qerezan, xew ji çavan dizîne. Ditirsim zû bimirim û kat rê nede gola ramanan ku bêjeyan têxe nav ewrên şevê û bibarîne.
Şahînê Bekirê Soreklî
Ji:Pisîk jî Xewnan Dibînin r:112 weşanên Lîs
"Diya min çardeh zarok pêşkêşî civata kurdan kirin, lê jiyanê tenê çel û çar sal dan wê, çel û çar salên tije jan, hêsir, kul û keser. Ez yek ji wan çardehan bûm û ji çakbextiyê law bûm, lawekî ku ji dest hat xwe ji bavê xwe bidize, da ku bibe cîhanperwer. Sal derbas bûn, ne min cîhan azad kir, ne jî wê ez."
Ji: Wendabûn




Posted via Blogaway

Mîrzayê Pirtûkan

Hêvî dikim ev rûpel bibe sedema xwendina pirtûk û kovarên Kurdî. Armanca min tenê şêrînkirina pirtûkên Kurdî ye. Ez dizanim rûpel hîn pirr qels e û divê tije bibe lê ev destpêk e. Heke bi rêya min çend kes pirtûkên Kurdî bixwînin ez ê pirrî bextewer bibim û wê heza min î vî karî gurtir bibe..


Ev jî lînka rûpelê ya facebookê ye.
https://www.facebook.com/cihanapirtukan

Abdullah Keskin

Ez fahm nakim, zimanek çawa winda dibe. Bi rastî jî fahm nakim. Kesek çawa dikare zimanê xwe wenda bike? Ecêb e. Tevî vê jî ku her kes wisa bêje, naxwe rast e. Çi dibe çi nabe di xewnan de jî  ez ê dev ji axaftina bi zimanê xwe bernedim. Walle wisa ye. Ez ê di xewnên xwe de jî zimanê xwe winda nekim.

Sêchu Sende
Ji: di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim
bo Kurdî: vê çîroka Abdullah Keskin
rûpel:58 weşanên Avesta

Min ji diya xwe pirsî: Ji boziman winda nebe mirov dikare çi bike? Go, axaftina zêde. Çawa yanê meriv zêde bipeyive? Belê, zêde. Bê rawestan, go. Di demek ku diya min ez nedidîtim de, min go aaaaaaa û zimanê xwe derxist der da ku bizanibim li wir e an na. Ox!

Sêchu Sende
Ji: di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim
bo Kurdî: vê çîroka Abdullah Keskin
rûpel:58 weşanên AVESTA

Azer OSÎ

Şewata evîna te

Şewata evîna te
û xewna zayîna te,
li ser riwê parzemîna min...
deng vedida,
dilê xwedanê xwe....
mîna payîzeke xemgîn
xembar dikir.
* * *
Şewata evîna te
li ser eniya evîndarekî...
tevna xibşa min dirist.
Sitrana êşa min digot.
Helbesta dilê min dihûna.
Sorgul xemla xwe dipîva.
* * *
Şewata evîna te
Li cihekî...
dilê xwedan,
derz dikir.
Kulê dilan,
pir dikir.
Pişta dayik
xûz dikir.
Keştiya wî,
şaş dibir.
* * *
Şewata evîna te
xwedanê xwe.....
dikire..... mîna peleke payîzî zer
û li ber pêlên bayekî sivik
bi lez..... dihejiya,
bê xatir....
diçû serdana demsalên din.
* * *
Şewata evîna te
xwedanê xwe,
Kire mêvanê şevên şîn.
Jê didizîn....
şemala bejna wî,
raza wîyî..... nediyar,
tîrêjên peyvên wî
û di wî de bikujin
hêviya welatê wî.
* * *
Şewata evîna te
li xwedanê xwe.....
sar dikir hêlîn,
teng dikir gerdûn
û li ber dergehên bazirganan...
dest girtî
dima,
bendewar
diqerimî
û li ser piyan,
bi keleke germ.....
bi rûdaneke seyr...
dildar....
diponijî.

Ji:Demsala Dil / Azer OSÎ

Arjen Arî

Girtî me
Li dûr
û hepsî
serdana min î û tu tê
û ramûsanekê nikarim bistênim
heyfa salan hiltênim
deyndara min be
û wer bihêle
hinarkên gewezî!

Îlleh, distênim
qîma xwe tênim, carek din...
Serdanek din,
-Hê bi rê neketî, hê li malê-
bipêçe ramûsana
ji min re, li desmalê...

Arjen Arî,
Ji: Ramûsan min veşartin li gelîyekî (pirs hene, zanim)

li hezê digerim, niha...
dizanim; dengê xwezayê ye hez:
herikîna avê, guvîna bê, xuşîna spîndarê...
min xezalek wenda kir li vê pesarê:
dildarên xakekê nebedî bûn
di şiveriyên çiyayekî de, vê berêvarê!

Ji: Kulîlkên Be'îvan - Arjen Arî
rûpel:24

Sêsilê

Fersendê bi dilberê re ne revîn e,
Bide du, bila dilber sefa bikşîne
Qezayî rojî û nimêjê heye
lê belêy yên bi dilberê re nîn e.

  Abdullah Kaya- Sêsilê

Meseleya Wijdanê

Ez qet ne bawer im ku ciyekî ji vî ciyê min xweştir hebe. çunkî ew ferş û nivînên we sedî sed heqê hinekên din li ser e.

*Meseleya Wijdanê-Ahmed Muxtar Caf-avesta-2009

Were Dotmam

ALÊ KURDAN
Alê kurdan di nav rok
Çi bedew û biheybet
Bi çar reng î, rengên te
Çi delal û çi xweşkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav spî û nîvek zer
Keskesor e, bi roj e
Ev li jêr û ew li jor
Semyana keç û lawan
Rûmeta jin û mêran
Neyarên te pir jî bin
Tu dê bidî bera wan
Ko çirisî roja te
Dê belav bin mij û dû
Rabe ser xwe ser bilind
Nîzing bûye rûja te
Herekol Azîzan (Hawar hejmar 5)
Ji:Were Dotmam - Celadet Alî Bedirxan
R 12 weşanên AVESTA

Posted via Blogaway

Çîrok

Ho siwaro hendel mendel
Gulika kumê te pazde wersel
ger tu çûyî mala mîr evdel
bêje mişko mişko mişkkaviro
kezîkuro hebandiro
bêje kêzê kêzê kêz xatûné
bi fistanê gulavdûno
bi şimika reqreqûnê
ketiye heriyé heta bi qûnê

*Ji çîroka Kêz Xatûnê

Çiya Mazî

"Ma çend û çend ji destê te jiyan. Çawa ez bim di hundirê xwe debipiçpiçim. Kela pola bû sînga min. Sar û germ bi hev re dilê min. Her kes dikete xulqê min lê azad û bi tenê digotim stran. Çawa ketim vî halî nizanim. Berbanga min bi şûn devegeriya çawa… ez jî nizanim. Şevên tarî bûn du qat, şewqa tavê nas nakim, çend roj in bêyî dengê çivîkanxetimîn guhên min. Çend meh in ku ez bê dar û ber û gul im. Ez mame bi hesreta du çengan bi diran û ziman. Ma çend û çend ji destê te tê jiyan, te ji her tiştî hiştim bêpar, di vir de pî şikestî, mil daketî, rû qermiçî, rûniştî ji hal de ketî me ez. Di hundirê xwe de diqurmiçim ji şitlên biharê.”

Çiya Mazî- Bahol


Posted via Blogaway

Erkan Tekîn

''Kenarê Çemê Mizurî de kemere ser o nişt ro. Sey çemî xorîn-xorîn xeyal kerdêne. Çi wext ra henî ronişte yo qet hawîrê (hagîdarê) ci nêbî. Otobuse ra amebî war, qet cayê de nêxercelîyabî, çem girewtbî xo ver, amebî a kemere ser o niştbî ro.''

* Erkan Tekîn-Sewdaya Belekine- Weşanên Roşna

Ebdulla PEŞÊW

                                                                     Leşkerê Winda

Dema şandeyeke biyanî tê welatekî,
tacgulekê dibin ser gora
Şervanê Winda.
Ger sibê
şandeyeke biyanî were welatê min
û ji min bipirse: Ka gora
Şervanê Winda?
Ezê bibêjim: Ezbenî,
li berava her coyê
li ser doşkê her mizgeftê
li ber deriyê her dêrê
her şikeftê,
li ser kevirê zinarê her çiyayî
li çiqê her dara daristanê
li Kurdistanê
li her bosta axê
li her geza esman...
xem nake, piçekî xwe bitewîne
û tacgula xwe lê deyne.

Ebdulla PEŞÊW

Serbazî Win-Leşkerê Wenda
Ke wefdê deçête şwênê,
bo ser gorrî Serbazî Win
tacegullîneyek dênê.
Eger sibey
wefdêk bête willatî min,
lêm bipirsê :
'' kwanê gorrî Serbazî Win ?''
Delêm :
'' Gewrem!
Le kenarî her cogeyê,
le ser sekoy her mizgewtê,
le ber dergay,
her mallê,
her killêseyê,
her eşkewtê,
le ser gaberdî her şaxê,
le ser dirextî her baxê
lem willate,
le ser her biste zemînê,
le jêr her geze asmanê,
metirse! Kemêk ser daxe û
tace gullîneket danê!''

Abdulla Peşêw,,,
Şev daket,
çokên min qerimîn,
heyv bi banê esman ve betilî.
Deriyê xwe li min veke!
Îşev hatime
çinîna
gurzeke nêrgizên çavên te,
bo hinek bêhnvedanê,
bo xewnekê, bo piçek girînê
li ser ewrê keziyên xav ên te.

Îşev hatime...
Çirîskên bajarê bîranînan bang kirime.
Li gel sîmayê min yê zarokane,
bi biyên xwe yên şor ve,
hatime û venagerim.
Yan ezê bigihim te
yan jî mîna mûmekê
bişewitim û bihelim.

Deriyê xwe li min veke!
Heman dildarê berê me,
eynî toza ber deriyê te me,
her tiyê li ber pûka berfê,
ba bahozê me!

Deriyê xwe li min veke!
Heman kes im
ku ta duh jî
te ji ronahiyê diniximand
û li ber siya gefan dixwand.

Deriyê xwe li min veke!
Qerimî û kerixiyê rêyeke dûr im.
Weke berê, ezê piçekê li bal te bim
û dîsa biborim!

Şev daket,
çokên min qerimîn,
heyv bi banê esman ve betilî.
Deriyê xwe li min veke!
Her dar û kevir ji tika dike!

Ebdulla Peşêw / 1969 Hewlêr,,,
Xewa Min Nayê / r. 276-277,,,
Ji Soranî : Husein Muhammed,,,
___________________________

Şev bû dereng
Çoka min sist bû
Hîv li nav ezman kizirî
Derê xwe li min veke
Îşev hatime
Ji çinîna baqek ji nergizên çavê te
Bo razanek, bo xewnek, bo hin girîn
Li ser ewrê porê te yê xav
Îşev hatime
Çirîska bajarê yadîgar bangî min kir
Bi sîma zarotiya xwe ve
Bi xema şorebiya xwe ve
Hatime û venagerim
An digihîjim te
An wek momekê dişewetim û dihelim

Derê xwe li min veke
Ez dildarê te yê cara me
Her zeviya ber deriyê te me
Her tîna berf û barana te me
Derê xwe li min veke
Ez ew kes im
Heta do
Li nav gewriya ronahiyê te ez vedişartim
Li nav tasa tirsê te ez vedixwarim

Evdila Peşêw,,,
Veger - Birakujî / r. 58-59,,,
Ji Soranî :Rûken Bagdû Keskîn & Bedran Hebîb,,,Ne dijî wê me
ku dîktator dinyayê bigirin,
cîgirên Xwedê bin, pir bin.
Lê min şert û mercek heye:
Divê zarok dîktator bin.

Ebdulla Peşêw,,,
Xewa Min Nayê / r. 104,,,

Îsal bê çiya Newroz nakim
Bê bêhna giya Newroz nakim
Newroz nakim bê rivîna sorahiya agir
Newroz nakim eger reşbelek tozê raneke
Û ez nebim serekvan

Kezeba min
Sibehê zû min şiyar ke
Zahf ditirsim
Kewek karek gundek şarek
Çemek çiyayek ji bîr bikim
Zahf ditirsim
Darek kevirek
Koxek tozek
Giyayek ji bîr bikim
Sibehê zû min şiyar ke
Dîsa nebê bila têrxew be
Min sond bi çiya xwariye
Ku Kurdistana xwe ya dûr
Bi germiyan û zozan
Biguhêzim bi xerîbî
Bi oda xwe

Moskov / 1979
Evdila Peşêw,,,
Veger - Birakujî û Şiîrên Bijarte / r. 51,,,
Werger : Rûken Bagdu Keskin, Bedran Hebîb,,,

Îsal bê çiya Newroz nakim
Bê bêhna giya Newroz nakim
Newroz nakim bê rivîna sorahiya agir
Newroz nakim eger reşbelek tozê raneke
Û ez nebim serekvan

Kezeba min
Sibehê zû min şiyar ke
Zahf ditirsim
Kewek karek gundek şarek
Çemek çiyayek ji bîr bikim
Zahf ditirsim
Darek kevirek
Koxek tozek
Giyayek ji bîr bikim
Sibehê zû min şiyar ke
Dîsa nebê bila têrxew be
Min sond bi çiya xwariye
Ku Kurdistana xwe ya dûr
Bi germiyan û zozan
Biguhêzim bi xerîbî
Bi oda xwe

Moskov / 1979
Evdila Peşêw,,,
Veger - Birakujî û Şiîrên Bijarte / r. 51,,,
Werger : Rûken Bagdu Keskin, Bedran Hebîb,,,

Ma kî ji min bêzartir e ?!
Min dilberek hebû
ku mîna dilopeke rondikan
di çavên min de miçiqîbû.
Li rojeke bihara salê heftêyan
ji çavên min rijiya.

Ji wê rojê ta îro
ez bendewarî
wê hêsira nediyar im,
dikim nakim, nikarim
dîsa wê peyda kim.

Ma kî ji min bêzartir e ?!
Min dilberek hebû
ku mîna hilmeke paqij
li ser singê min
hêlîna xwe çêkiribû.
Li rojeke bihara salê heftêyan
mîna çivîkekê
cegera min bi cih hişt.

Ji wê rojê ta îro
dikim nakim, ax, nikarim
wê hilma aware
dîsa peyda kim,
berhev bikim
û vegerînim
nav cegera xwe.

1973 Kurdistan,,,
Ebdulla Peşêw,,,
Xewa Min Nayê / r. 228-229,,,nizanim çawa têkilî te bim
eger buhuştî bî bêje min
sejde bibim bo hemû xwedayan
eger dojehî bî bêje min
heta bi zeviyê tije kim sûncan
nizanim çawa têkilî te bim
eger axeke dagirkirî bî bêje min
heta bi postê xwe bikim ala te
eger weke min jî qereçiyek bî
tixûbekî ji min re bikşîne
ji xwe re min bike welat

Helbest : Evdila Peşêw
Veger / Birakujî / 75,,,

Tênagihêm
Tênagihêm
Eger tivingek hezar fîşek tê de hebe
Û di destê kurdekî de be
Û berê wê li kurdekî be
Çawa dilê wî digre lê bide
Heema agir jî berda be

Ji: Veger - Birakujî - Evdila Peşêw
bo Kurmancî: Rûken Bagdu Keskin, Bedran Hebîb
rûpel:38 weşanên AVESTA

Îro ne roja şiîrê ye
Ji ber vê ez ji we re diaxivim
Bi zimanekî gelek sade
Ji we re dibêjim
Ewê kurd be û kurd bikuje
Pîç e teres e qewad e

Ebdulla Peşêw









Posted via Blogaway

Ezîz Xemcivîn


Zindana piçûk
ez bi gorî dengê bilbil im…
Ji dûr tê!
Ji dûr tê!
Zindana piçûk
ez bi gorî dengê Zînê me,
ji nalînê tê
bi hisretê re dilîze...
Li nêv sawîrê mijgûlan
bi çîvçîv e…
Zindana piçûk
wey li mala min zave be!
Li bin roniya pencera bilind,
min tûtûk anî û ji dest xwe berda
ew bûk,
ax ... ax ...
Zindana piçûk

Zindana Piçûk-Ezîz Xemcivîn-Ji Weşanên Êkitiya Nivîskarên Kurd-Duhok

Fatma Savci


Qesra ku xuya bû ya wê ye jî ne wek tu qesrên ku beriya niha min dîtibûn. Çavên min bi tiştekî wisa neketibûn. Wê ber êvarê şewq û xal ji hêtên qesrê diçûn. Wek krîstalan dibiriqîn. Bi qasî şatoyeke çîrokan xweşik û wisa bi sehw bû. Sûr û kelehën wê bilind bûn. Ew ji kîjan keviran lêkiribûn? Dema min bala xwe dayê şewtek ji cênîka min çû. Mîna ku hinekan şeqameke tûj li rûyê min dabin. Şewişîm. Min ji çavên xwe bawer nekir. Erê. Ew qesr ji diranan lêkiribûn. Diranên spî wek mircanan. Ji diranên kursiyan, yên guran, diranên zîvî, yên zêr. Niha êdî qesra wê jina bejin bilind li ber çavên min wek kokeleke ji diranan xuyabû. Ev çi sosret bû? Ji berê de ji diranên hilkirî ditirsiyam. Min hew debar kir û xwest ji vê ecêbiyê berê xwe biguherînim û birevim ji wir. Lê çokên min bi ya min nedikirin...

Ji: Rîstika Morîkan - Fatma Savci
rûpel:16
Spas ji diyariya Weşanxaneya AVESTA yê.

Ferhad PÎRBAL

Û ma çawa agir bi avê venamire? Wê bi hêstiran jî vemirin. Herê ez dibêm ku gelek jin werin cem hev û bi hev re bi ser agirekî mûmê de bigirîn wê vemire ew agir. Çima venemire, ma agir bû çi? Ev jin jî jixwe li ber çavê xwe tişta mezin dike. Ji: Ristika Morîkan - Fatma SAVCI
“Xwendevanên hêja,
Tevahiya bûyerên vê romanê serpêhatiyên rastî ne û karakterên romanê heya vêga jî zindî ne,…” Hôtel Europe, bi van gotinan dest pê nake, bi van gotinan diqede.

Hôtel Europe - Ferhad PÎRBAL

Gulîzer

Em elimîbûn
Hûtên xerîb
Hercar dihatin
dev diavêtin berxikên me

Vê dawîyê
Hinek ji me jî
Di çend şevên nebixêr de bûn hût.

Çîrokên zarokatîyê rast gerîyan
Me ji kir haho:

''Şêr Şepal xezal
ji çîyayên jor werin xwar
Birayan bira xwar. ''

Ji: Bûka baranê- Gulîzer

                         2
Di paşila xwe ya kavil de bêriyên naşî
bi sebrikan xwedî dikir
bi bendemayînan kedî dikir

serê pêsirên wê tim bi hinne bûn
amedebûn ji her dawetê re

roj,êvarekê di nav herdu pêsirên wê de çûbû ava
bi dû kurtêlên tirêjan diket
ji bo roj hilê di paxila wê de
xwe dispart darên ziyaretan
çend ta ji keziyên jinebî
kir hêvî û girêda
li şaxek dara ziyaretê

Ji: keziyên jinebî - Gulîzer
rûpel:22

                             3

Evîn

Avê rojek dil da agir
Wê hemêz kir carek.

û hew...

Veqetiyan
Bûn çîrok li ser zar û zimanan
Yek hebû
Yek tune bû
Ku yek heba
Ya din tune bû.

Ji: Bûka Baranê - Gulîzer




Posted via Blogaway

HUSÊN DUZEN

"Li buroya alavên windabûyî

-Merheba.
-Merhaba.
-Kerem bike...
-Bakınız, bana yardımcı olup olamayacağınızı bilmiyorum. Ben bir şey kaybettim ve onu bulup bulamayacağımı öğrenmek istiyordum.1
-Erê wî, ma ne em jixwe ji bo van karan li vir in. Ka bibêje, te çi winda kiriye?
-Şöyle ki, ben dilimi kaybettim.2
-Bi rastî... ka bêje, yekî çawa bû zimanê te?
-Şey bakınız, sizinkine çok benziyordu.3
-Ax, erê, lê ji wan li vir zahf hene... "

1-Binêre, ez nizanim bê cenabê te dê karibe alikariya min bike an na. Min tiştekî xwe winda kiriye, gelo ezê karibim wî dîsa bibînim.
2-Tiştê ku ez bibêjim ev e, min zimanê xwe winda kiriye.
3-Çîk, mêzeke, zahf dişibiya bi yê cenabê te.

Séchu Sende
Ji: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim
bo Kurdî: 30 nivîskarên hêja (vê çîroka HUSÊN DUZEN wergerandiye)
rûpel:23 weşanên AVESTA

Hesenê Metê

– Tiştê piçûk mezin neke, lewra tiştê ku Xwedê piçûk afirandiye, mezin nabe, kesek nikane mezin bike... Tiştê ku Xwedê xwar çêkiriye, rast nabe, kesek nikane rast bike. Û îro bêtir dizanim ku ez ê çawa baştir ji Xwedê hez bikim, bêyî ol û bêyî pêxemberan jî dikanim ji Xwedê hez bikim.

- Hesenê Metê "Li Dêrê" -Weşanên Nûdem

Îrfan Amîda

'Berê ji dengê xwe dimire mirov, berê deng bi mirinê qayil dibe, ku ne ji nişkê ve di derîyê jiyanê re têkeve hundir û xwe li hemû giyanê mirov bipêçe. Berê deng diderizîne û di derzê re xwe bera gewriyê dide, girêka xwe pev dixe. Dûre ji awîrên xwe dimirê mirov. Dişkîne awiran û di keviyên riziyayî de ên çav re, di nav mijangên westiyayî re difiridîne nav qermîçokên rû, xwe li gwînê pûçbûyî dipêçe û hemû giyan bi mirinê qayil dibe.''

Îrfan Amîda
Ji:Pêşengeha Sûretan, weşanên LÎS r:7

Îbrahîm Seydo Aydogan

"Heke heta vê derê we fahm nekiribe bê min ji bo çi ev pirtûk nivîsandiye û hûn hê jî lê hay nebûbin bê hûn çi dixwînin, divê hûn êdî belasebeb serê xwe neêşînin û dev ji xwendina vê pirtûkê berdin.
Ev pirtûk ne li gora we ye... "
--Qedera Fîgaro, beşê 4. bendê 1.

Ji: Leyla Fîgaro - Îbrahîm Seydo Aydogan
rûpel:151

Jan Dost

Şimikên dilê xwe deyne û
Dilxwas derbasî nav stiriyên vê romanê bibe

* Jan Dost- 3 Gav û 3Darek-avesta-2012

Bi sedan pêxember hatin, bi sedan fîlosof û hekîmên mezin hatin ku mirovan hinekî kedî bikin û ji xeleka kovîtî û hovîtiyê derxin lê nikarîbûn. Pilingek kedî dibe ji ber ku ew tenê piling e. Rûpêç yan rûpoşeke wî tenê nîne. Hema mirov! Di binê rûpoşan de nema rûyê wî tê nasîn.

martînê bextewer - jan dost




Ma qey nizane ez kurê Mad im!!
ji bendê giran gerden azad im

naxwazim bijîm bindest û reben
ji bo serbestî didim can û ten

Ji:Kela Dimdimê - Jan Dost
rûpel:105 weşanên AVESTA


Pir şehîd ketin li meydana şer
Qehreman Egîd ji bo wan rêber


Riya serxwebûn dûr û dirêj e
Yê ku daye ser xwînê dirrêje

Lê gel bawer e, wê bi serkeve
ji Kurdistan dijmin derkeve

Wê ava bibe welatê azad
Hemî kes bi kêf, hemîkes dilşad



Ji:Kela Dimdimê - Jan Dost
rûpel:187-188 weşanên AVESTA


Janez Sar

Ey bajare şevlêgeriyayî! Li dîwarê hişî daliqandî bûn wer êşên te.Terrîşekê diçirrînim, ji serê dilê xwe.Li binhişiya te ya xwînbûyî girê didim.Ey bajarê zimanê wî li hevgeriyayî!Li ber avan diçûn peyvên te yên bêxwedîmayî.Helkehelk li ser dilê çemê DîcleyêLi hev diketin pêlên wê.Ey bajarê xewlêherimî!Kolanên te yên teng, cih li zarokan teng dikirin.Çavên wan li rêyeke dûrDi bendemayîna bawî de, kela girî dadiqurtandin.Lehî radikirin di hundirê xwe de.Ey bajarê şevên te jinbîmayî!Heyv û stêrkên te jî dihatin kuştin.Ji serî û heta binî,Tarî...

Bajar- Janez Sar

KENANÊ NADO

...
III
kesirîn, keribîn, kemilîn
li xwe mikurhatin di qulzuma şevê de
sedem tenêtî
encam xwedîtin
di dilên huznebar de tebitîn
dil ê bipije, şev ê biqare, mirov ê biare
bizane ku ji şevê ye guman
û tirsa wendabûnê
...

Ji: helbesta ŞEV a KENANÊ NADO
kovara WENDA hejmar 3 rûpel 16

Kawa NEMİR

Sone 25

Bila yên ku sahibrewac in, bi xeml û xêzan,
Bi text û tacan, nîşanên fêzan fortan bikin,
Bext textekî wiha nedabe jî minê xizan,
Şad im bi şanên pê re min şadê şadan dikin,
Perîmîr vedidin perên pelên xwe yên bedew,
Lê wax gidî, wekî mexmorkan in li ber tavê,
Di wan de wer xef dimîne kawiya wan û hew,
Te dî rû tirş kirin, mirêsa wan çû ji navê.
Şervanê zor î navdar î di şêr de pêşîkêş,
Ku piştî hezar serkeftinan te dî bû şemo,
Navê wî'j sînemdeftera rûmetê dikin rêş,
Ji keda wî çi mabe, tê jibîrkirin hemû.
Nexwe şad im minê ku evand, hatim evandin,
Bi war, bê war, ne diqedim, ne jî têm qedandin.

Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:103 weşanên LÎS
SONE 18

Çi bikim, çi? Te bidim ber rojeke havînê?
Delaltir î ji wê, xulqê te jê firehtire hîn.
Bayên kur dikujin delalbişkojên Gulanê,
Qewlê havînê zêde zû tê, dewrana wê nîn.
Car heye pirr germ diçirûse çavê esmanan,
Zor caran zêrînbegzê wî bi şewq û şemal e,
Her kej ji dadê dadikeve ji text carinan,
ji bext, an jî ji çerxa siruştê ya kumral e;
Lê havîna te ya nemir dê çu neçilmise,
Dê ne ew milkê bedewiya te winda bibe,
Ne Mirin qure be siya wê li ser te lîs e,
Her li van risteyan bî, dê mezinî para te be.
      Ta ku ruh li ber mirov be, an jî çav bibînin,
      Wê ev çend bijîn, ev ê tim jînê bo te bînin
Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:89 weşanên LÎS



SONE 66

Bê zar im ji dinyaligê, dilzar, bimirama, -
Dibînim, merd kirin parsek li Kuçe-Kolanan,
Rûtik û Behle bi xeml û xêz, nabêjî çima?
Baweriya pak kuştiye şerê xwarzê-zalan,
Şerm çûye, şoreta bi xeml û xêz hatiyê cî,
Xamatiya dilpakî bi zorê danê amê,
Serpakî peymala kir qanûna axa hecî,
Hêz bû Kurdcehş, bi biratî derket ji Tehmê,
Zordest zimanê Hunerê best bi heft werîsan,
Hişsivik hefsar kir Şarezatî bin nezanî,
Te got, Rastiya saf, gotine te, Dilsaf, dîsan,
Pakî dîlê nepakiyê, Binzîn bû’b hêsanî:
      Bê zar im ji dinyayê, lê xim herim mirinê,
      Lê ez ê dildarê xwe çawa bihêlim tenê.

Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:185 weşanên LÎS


Sone 2

Roj hat, çil zivistanan dora eniya te girtin,
Kendên kûr kolan li wargehê bedewiya te,
Bejna te ya’l ser zar û zimanan, ew wergirtin
Dê tîştîşî be, pênc panot neke rindiya te:
Ku pirsîn, ‘ev hemû bedewiya te li kû ye, ka,
Ka ew hemû gencîneya te ya rojên te yên şeng û geş,’
Ku bibêjî, di van çavên bi kor de çûne, ha,
Şerma çavçiliyê ye, pesnê rojen destbelaş.
Hê hêjayî pesnan be rindiya te ya çûyî,
Tu dikarî bibêjî, ‘ev zarê min ê ciwan
Hesabê min wer nahêle, rast dike ya bûyî,’
Bi paşewatiya wî vê yekê bidî nîşan.
                Ku roj hat tu pîr bûyî, ew ê were ser kar e,
                Bihisî bi xwîna germ, gava bihisî sar e.
Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:57 weşanên LÎS


Sone 74

Dilxweş bî, gava ku wê bendîxaneya zordest,
Wê mirina bêdesteberî, ez girtim birim:
Jîna min qe nebe ev kar bi dest xist, ev helbest,
Wê bo te tim bibe bîrdarî, gava ez mirim.
Gava vê ji nû ve bixwînî, tu yê bibînî,
Min ew têk de bo yadgara te nivîsandiye.
Kara xweliyê hew xwelî ye, qey tu nabînî?
Lê gewherê hebûna min, canê min ê te ye.
Nexwe, tê durrdî bişemirînî, vexwî safî,
Ev laşê mirî dê bibe xurê kurm û kêzan.
Tirsokê li ber kêra yê wehş e bi bêmafî,
Wisa sernewq e, neyne bîra xwe, wisa bizan.
                Nirxê laş bes ji ber naveroka ku tê de ye,
                Ew jî ev riste, dijîn bi te re jê pê de ye.
Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:201 weşanên LÎS



Sedat YURTDAŞ


Baran dibarî.
Ez rêwî bûm. Rêwîyek bi tenê.  Rêwîyekî hustîxwar. Di destpêka Rêyeke dirêj; Rêyeke nedîyar de. Baran dibarî.
...

Sedat YURTDAŞ
Kevoka Xeyalî R:7 weşanên ELMA

Jixwe, min di hemû emrê xwe de ji vegeran hez nedikir.

Sedat YURTDAŞ
Kevoka Xeyalî R:8 weşanên ELMA

Bajar hene mîna dayîkan meriv hembêz dikin, radipêçin, diparêzin.Bajar hene, mîna damarîyan meriv diqurmiçînin, bi şilmaqan li nav guhên meriv dikevin; meriv diqewitînin

Sedat YURTDAŞ
Kevoka Xeyalî R:8 weşanên ELMA

Ramanên min belawela,  qet-qetî, xwarovîço, bêşekil, tevlihev, di serê min de bi bêahengî difûrîyan.

Sedat YURTDAŞ
Kevoka Xeyalî R:10 weşanên ELMA

Birin, çavgirtin, tazîkirin, pirs, lêdan, qêrîn, sixêf û hemû hemû cûreyên îşkenceyê bi carekê de hatin bîra min. Hemû cûreyên lêpirsînê mîna şerîdê fîlmekê di ber çavên min re derbas bûn. Min di nav bêhngirtinekê de dît. Min bihîst. Min di kûrahiya canê xwe de hîs kir...

Sedat YURTDAŞ
Kevoka Xeyalî R:13 weşanên ELMA


Posted via Blogaway

M. Alî K.

Zilamê bi bedlê gewr

Zilamê bi bedlê gewr rûnişt û kaxezek îmze kir. Di demeke kurt de, refên teyrikên ku li giravên bakur diman, mirin. Pişt re telefon kir û got erê. Û darên ku li daristana xelkê daxêvîn, winda bûn. Kaxezeke din îmze kir û çiyayê bayê me tazî ma û bi hezaran kamyonan kevir bar kirin, birin dûrayê, welaten din. Zilamê bi bedlê gewrîn faksek şand û av, di çemên piçûk de çikiya û fakseke din şand û av di çemên mezin de çikiya. Zilamê bi bedlê gewr îmzekirina kaxezan didomand û bi qandî ku di telefonê de deng dikir, welat piçûktir dibû. Îmzeyeke din bû sedema ku gelek mirov bi çiyan bikevin û hemû berazên kovî bikujin; û fermaneke din hemî mange stewr hiştin û yeke din hişt ku hemû darên zeytûnan, li welêt, bêne jekirin. Û wî îmzekirina kaxezan her didomand û ha bi ha di telefonê de daxêvî, ta ji bo firavînê jî nawbên nedayê. Dema ku hinekan di wexteke şevê de jê re bi pistepist got ku ew divê bêhna xwe berde, wî bi qêrîn bersiv da û got, Bila kesek min ranewestîne! Sibetirê dema dengê hinekên ku bi tirs daxêvîn û li deriyê wî didan, bihîst bi qêrîn got; Tu kes bila min nerehet neke! Û xwendina kaxêzan, îmzekirina wan û axaftina di telefonê de berdewam kir û sê rojan bê vesîn û rawestan xebitî her ku pê de çû, welat piçûktir û piçûktir ü piçûktir, bû. Dema ew kînga ji cihe xwe rabû û di pacê re temaşe kir, êdî welat tunebû û zilamê bi bedlê gewr ji hewayê bêhnek kêşand. Kaxêza dawîn îmze kir û mir.

M. Alî K.
Ji: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim
rûpel:103 weşanên AVESTA

Mehmet Uzun

      Name. Ew ji hundir, ji od rûniştinê name tîne û bi hêdîka wê vedike. Bîhneke xweş. Bîhna wê! Kaxizeke spî û li serê çend rêz. Bi tirkî. Bi tîpên erebî. Destnivîsa wê! "Te çi dil heye, Xezala ber dilê min?" Destpêka namê, wekî her carê, "Memduh Abi..." Yanê Kek Memduh. Di nama taybetî û şexsî de jî Kek Memduh. Piştî nasîna bedenan jî, dîsan, Kek Memduh. Çima?
    "Li min bibihureku ez weha vê namê dinivîsim û wekî dizekê, têm û di bin deriyê te re diavêjim hundir. Lê belê, herwekî tu jî dibînî, me zêde wext nabe ku em bi tenê bimînin û bi hev re bipeyivin. Ez dil dikim, pir û pir dil dikimku bi te re rûnim û bi saetan, bi rojan bipeyivim. Lê nabe.

Ji: Siya Evînê - Mehmed Uzun
rûpel 129

Mizgîn Hesko


Bi tenê
Bişirîna li ser lêvên te
Hin ji arê dîmenê
Sar dikir
Nerîna baz
Di cavên te de
Bêdengiya bîstikên dawî
Birîndar dikir

*Di nav henasên Kovanan de-Mizgîn Hesko-Weşanên Han




Meyger, Tu wê bejnê ne hejîne,
Wiha tu xeman her di barîne,
Meyger, bes wê meyê bigerîne,
Xan im şûşa xwe bi vir de bîne.

Canê, xweşiya dilan kedere,
Keder şahiye, şahî kesere,
Dere xan im, bi vir de were,
Em ê meya nuh çêkin ji xwe re

Mizgîn Hesko-Ristek Lale   

Lokman Ayebe

Leyla destê xwe xist bin çengê Dilşêd, xwe spart wî û meşiya. Rona li Sermest nihêrî. Xwe bêkes, sêwî, û rût hîs kir. Wê jî di hundirê xwe de xwest ku, di bin çengê wî keve. Sermest, ev bêkesiya wê, ev sêwîbûna wê, ev rûtbûna wê fêhm kir û destê xwe dirêjî destê wê kir. Bi destdirêjkirina Sermest re, di hundirê Ronayê de, çemek herikî,  wolqanek teqiya, çivîkek firiya û zarokek giriya...

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:55 weşanên BELKÎ

" -Kêmanî di çi de heye Sermest? Çi te têr nake?"
"-Ez nizanim... Dibe ku kêmanî ne li derveyî min, di min de be. Ger kêmanî ne li derveyî min de bûya, min ê bikaribûya ev kêmanî bidîta û tije bikira. Lê ji ber ku kêmanî ne di min de ye, tutişt ji destê min jî nayê ku, ji bo ez vê kêmaniyê dagirim. .."

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:57 weşanên BELKÎ

Bi tenê dilopek hêsir ji çavên wê herikî û xwe berra ser hinarikên gepa wê da. Vê dilopa hêsirê dewsa gellek gotinan dadigirt. Dilê herduyan jî dişewitî, lê ma dilopek hêsir wê çawa karîbûya şewata du dilan vemiranda. Du dil li kêleka hev dişewitîn... Sedema şewata dilê Ronayê ji dilê Sermest û sedema şewata dilê Sermest jî ji şewata dilê Ronayê dihat.

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:58 weşanên BELKÎ

...Lîstikeke Shakespeare a şanoyê hat bîra wî, di lîstikê de; mirovekî xizan diçû li goristana qralên welêt zîro digirtin û ew dibirin bi wan masî digirtin. Ew masiyên ku wî digirtin, dipijirandin. Wî û kulfetên xwe jî ew masî dixwarin.  Piştî masî dixwar derdiket kolanê û digot; "A niha qralêk di mahdê min de ye"...
.
.
.
zîro ditirse ji mirîşkê
mirîşk ditirse ji mirovî
mirov ditirse ji zîroyî

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:58 weşanên BELKÎ

"Ger li welatê me duello ne qedexe bûya, min ê xwe di duelloyekê de bi kuştin bida, ji bo mirovekî xwe dixwaze bikuje û destên wî nagere xwe bikuje, duello çareseriyeke pirr baş e!"

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:90 weşanên BELKÎ

"Te jî ez nas nekirim, ne? Min jî ewil xwe di vî halî de nas nekir. Ez kuştiyê te me. Ez hatim tiştekî ji te re bibêjim û ez ê biçim. Netirse, ji xwe netirse. Te ez kuştim, veya bi xwe jî bike."

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:126 weşanên BELKÎ


Posted via Blogaway

Occo Mahabad

Gewrêêêêêê......
ji min re nebêje êş çi ye
êş tu yî
tu...
biçim kuderê êşên te hene
tu heyî
biçim kuderê êşên te êş didin min...

*Occo Mahabad-Êşên Qehpik-weşanên do

Rênas Jiyan

Berî Hûn Min Daliqînin

berî hûn min daliqînin
ji min re qala genimên spehî bikin
ew genimên ku qedera serê min û wan yek in
ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin

berî hûn min daliqînin
ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin!...
û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin!

berî hûn min daliqînin
ji kîsê min
an jî bi zêrên jina min
ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin

berî hûn min daliqînin
heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin
te dî adet e tê pirsîn
daxwaza min ev e, guhdarî bikin:
herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin!..

berî hûn min daliqînin çavên min vekin
ez ji we re dibêjim çavên min vekin!!!
û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin!

piştî we ez daliqandim
bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin
serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê
û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!
ez jahr im!

piştî ku we ez xwarim
li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û
bicehemin!...

Rênas Jiyan

Aniha em li ber devê derîyên qesrên kapîtalist in.
Zarokên xizan û gemarokî xwe bi dawa te ve dizeliqînin.
Ji bo ku bipîvin bi mêzînên xwe yên destan çirûskên çavên te
''Eta eta!'' dibêjin û li dû te dibezin.
Tu besteniya destê xwe didî wan û
bi a te be,
tê min jî li wan par bikî.
Min nizanîbû ku di çavên te de ez ewqasî pir im...

Rênas Jîyan
Ji; Mexzena xwînê(qoleksîyona 4'em)

''Destên şoreşên te çima weha li ber rûyê wê ye?
xemgîn e
xizan e
diponije
ma tu ji bo ku şoreşa xwe pêk bînî
tu li benda şoreşeke din dimînî

pêk bîne şoreşa xwe
mija kul bikavilîne
Rûmet bi çarpîkan diçe
Wê bi firrê bixe...''

Rênas Jîyan
Ji : Janya, li herî jorin firîna bêbask/7

gava ku ez diçûm
niviştek çêkiribû
dêya min
ji bo min
sê nanê firnê qewl kiribû
ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista
lêvikên wê diricifîn
çavikên wê diperpitîn
ku ez vegeriyama
wê sê rojan rojî bigirta
di ber rêya xwedê de
wê sê nanê firnê belav bikira
di ber rêya şêx û ûcaxan de
wê şîrê şêran ji min re bianiya
di şîvê êvaran de
wê gulîsorek porr hinnekirî bixwesta
li gora dilê xwe
ez bizewicandama
ne sê nanê firnê belav kir dêya min
ne sê rojan rojî girt
ne gulîsoreke porr hinnekirî xwest li gorî dilê xwe
û ne jî şîrê şêran anî di şîvê êvaran de
ve-ne-ge-ri-yam
li wir mam
hêviyên wê di dilî de
bûn kulmek cîncoq
şikestin û man
porrkurra dêya min
li ser dika malê
hîn li hêviya min e
hîn...
wê li wir porr spî kir
û min jî li vir jîn

Ji:Janya - Rênas Jiyan
rûpel:64 weşanên BELKÎ

KUL3

li sûkên ku bi mirovan xeniqîne
tukes newêre ji tirsa tenêtiya min bang li hevdu bike
hey ez
li xwe dizîvirrim
li te
li dengê te yê ku rijiyayî erdê dizîvirrim
/ her li-xwe-zîvirrandineke min
bi darvekirina serhildêrekî encam dibe /
hemû firoşkar bi yek sewtê te difiroşin
ajovan, dikandar, avfiroş, barkêş...
tu yî
a ku li camiyan azan didî,
a ku li kuçeyan mêran dikujî,
a ku li radyoyan kilaman dibêjî,
''dîn-hiştê'' tu baş fahm dikî, ne...
bê min çiqasî bêriya te û kenê te yî tijî girî kiriye

Rênas Jiyan,,,
Janya / r. 97,,,

çirûskên te şirîkî ne weke hirbiya diya te
tu li qeraxa golê rûniştiyî, çîpên te hilkirî ne
çelp-çelpa avê ji reqsa piyên te
derdora te mişt teyrik
di stuyê te de kinêrik
tu bi avê dilîzî, tu zaroka avê yî
çend kerî masî birayên te ne
lêvên te şil
porê te toprîhan
dilê te di golê de girav
çirûskên te weke pelên payizî li ser golê belavbûyî
ez paleyê pêlên pehlewan
ez etarê çirûskên çavên li ser avên golan...

r. jiyan,,,
mexzena xwînê / r. 15,,,

berf û pûk
destên xwe di bêrîkên xwe de
û serê xwe di nav milên xwe de vedişêrim
xwe diqurnisînim
bê serî xwe digerim
bi dilê te digerim
dilê min heye ku cixareyekê vêxim
qeşmerê bê nahêle
lê di dadanê de ji bê dijwartir derdikevim
îcar jî dil dikim ku di biniya berfê de straneke spî bêjim
lê li ser quzelqurta cixareya min
a ku ji muzîkê hez nake kab nayên avêtin
guh nadim sermayê û ji bo ku têxim nav tiliyên xwe cixareyê
destekî xwe erzan difiroşim berfê
û li dûrî te bi dengekî ku nivî jê kuxik
straneke bitîn û karîger li ser te û xwe dibêjim

tu
heger dixwazî ku ez ji te hez bikim
divê tu hez mekî ji min
ez ê navê te bi kêrê li avê binivîsim

Rênas Jiyan,,,
Janya / r. 62,,,

berî hûn min daliqînin
ji min re qala genimên spehî bikin
ew genimên ku qedera serê min û wan yek in
ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin

berî hûn min daliqînin
ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin!...
û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin!

berî hûn min daliqînin
ji kîsê min
an jî bi zêrên jina min
ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin

berî hûn min daliqînin
heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin
te dî adet e tê pirsîn
daxwaza min ev e, guhdarî bikin:
herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin!..

berî hûn min daliqînin çavên min vekin
ez ji we re dibêjim çavên min vekin!!!
û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin!

piştî we ez daliqandim
bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin
serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê
û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!
ez jahr im!

piştî ku we ez xwarim
li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û
bicehemin!...

Rênas Jiyan

Dê û Law

gava ku ez diçûm
niviştek çêkiribû
dêya min
ji bo min
sê nanê firnê qewl kiribû
ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista

lêvikên wê diricifîn
çavikên wê diperpitîn

ku ez vegeriyama
wê sê rojan rojî bigirta
di ber rêya xwedê de
wê sê nanê firnê belav bikira
di ber rêya şêx û ûcaxan de
wê şîrê şêran ji min re bianiya
di şîvê êvaran de
wê gulîsorek porr hinnekirî bixwesta
li gora dilê xwe
ez bizewicandama

ne sê nanê firnê belav kir dêya min
ne sê rojan rojî girt
ne gulîsoreke porr hinnekirî xwest li gorî dilê xwe
û ne jî şîrê şêran anî di şîvê êvaran de

ve-ne-ge-ri-yam
li wir mam

hêviyên wê di dilî de
bûn kulmek cîncoq
şikestin û man
porrkurra dêya min

li ser dika malê
hîn li hêviya min e
hîn...

wê li wir porr spî kir
û min jî li vir jîn

Ji:Janya - Rênas Jiyan
rûpel:64 weşanên BELKÎ

di binê bîreke birîndar û bêbinî de
tu kes nikare bi qasî te xweşik bigirî
û binale jî

ne taldeyek mabû
û ne jî werîsê dewla jiyaneke neqetiyayî
te ji bîr kiribû

dawiya dawî
piştî ew qas cih, tu li binê bîrê vegeriyayî
     tarî
     tengayî
     tenêtî
     kurayî
   +__________
     bîr

Rênas JIYAN
ji:Mexzena Xwînê r:43 koleksiyona 12'em weşanên BELKÎ


Posted via Blogaway

Rahmî Baldak

DÎWAR

Wî li min nêrî
Min lê nêrî
Ne wî ji min fêm kir
Ne min wî derbaskir

Ji:Reşemî - Rahmî Baldak
rûpel:100 weşanên HAWAR

Semra Çelebî

Were

bisekiniya dem, di nîvê şeva tenê de
ji zindana çavên min, xewnên min yeko yeko birijiyana
rizgar bibûya xeyalên qedexe, rê bidana bêyîbûna te
were, a niha
li navenda dema sekinî, dest bida dilê min
di tariya şevê de, wekî ku tu li lorîna dayika xwe guhdar bikî
guh bide axîna dilê min
laşê min ê qerrisî bipêçe li hebûna xwe
di kurahiya xeyalan de min veşêre
were, a niha

Semra Çelebî
Ji Kovara WENDA hejmar:3 rûpel:35

Selîm Berekat

Lê mîna janekê
Bask bi pêş de diçin
Mîna janekê
kurd ber bi rastiyê ve diçin
mîna janekê
roj kor derbas dibe Mehabad
û ez
koçerî bi koçerî bi eynî şiva xwe
bi cot solên werzişî û çepikên lal
yên li ser derenceyan jibîrkirî
ez xwêdana li ser eniya te zuwa dikim
ey firîşte
û hestiyên xwe
didim ber herdu baskên te
da ku xaka li pişt te diweşe
bicivînim
bahoz bi bahoz û ciwanî bi ciwanî
li hêviya ku ez tîra dawî biawêjim
aliyên xwîna dawî
pişt re ezê xwe bijimêrim
nalîn bi nalîn
ji Mehabad ta Mehabad

Selîm Berekat
Ji:MEHABAD ber bi olimpiyada Xwedê de
bo Kurdî: Jan Dost
rûpel:55-56 weşanên AVESTA






Hoo ji Şengalê ber bi Toros ve dibeze
hoo ji Cizîra Botan re:
Keleh in tenik û surh in weke destan
mirariyan diçinin
û heykelin bayê gem dikin
belê yên -weke min- hildikişin tariyê,
li ser derenceyên wê yên ji bazelt
ew in azmûna şiyariya
ku di xewnan de şerê dartaşan dibîne

Selîm Berekat
MEHABAD ber bi olimpiyada Xwedê de - weşanên Avesta

Şêrko Bêkes



êvar bû, memoyê biçûk ê boyaxker
serê xwe yê westiyayî tewandibû
di koşeyeke meydana mezin de
di navenda dilê şamê de
li ser kursiyê xwe yê nizim rûniştibû sik sik
mîna firçeya nav tiliyên xwe
laşê xwe yê zirav dihejand
memoyê biçûk ê eware
ji ber xwe ve
pistepist dikir û wisa digot

tu bazirgan î lingê xwe deyne
tu mamoste yî linge xwe deyne
tu parêzer î lingê xwe deyne
artêşî yî, leşkerî yî, sîxur î, cellad î
kurê baş û hîç û pûç
hûn hemû
yek li pey yekî
lingê xwe deynin

kes nema
tenê xwedê maye
li wê dinyaya din jî, ez bawer im ku
ew ê jî gazi kurdekî dike
yê ku sola wî boyax bike
dibe ku ew kurd jî dîsa ez bim

ax dayê can
gelo dibe solên xwedê çiqas mezin bin
kîjan hejmarê li xwe dike

ax dayê can
gelo ji bo pere
xwedê çiqas dide
dibe çiqas bide

Şêrko Bêkes
Hemû Helbest / r. 93
Werger: Muhsîn Ozdemîr & Sîrwan Rehîm,,,

Têmûrê Xelîl

-Te heya niha şîn negirt ji bo her du kurê xwe din, tu çima ji vî re şîng digrî?
Jin bersivê dide:
- Ji ber ku êdî kurê min neman ji bo welêt şer bike.

Têmûrê Xelîl- Dengê Xwînê
Weşanxaneya Lîs

Yildiz Çakar

Dinya dilê xwe vekir!
Û av kete xewê."

*Yildiz Çakar-Derî-Avesta‘bi xêra serê te /yeka din lê zêde’

Bi- gorî;
ne ku ji te hez nakim / ez jineke bêhesabim
ne li te/ ne li evînê
du qemer gotin lê nakim…

Bi-gorî;
kulîlk li destan hişk bû
ken ji dilan dûr/
ger bizanibim tu bêhesabî
li ser evînê bi xasî
ne yek / ez gorî bi hezar û yek carî

yildiz çakar

Gotinên di cîh de...

Gavek berê ji bername Murathan Mungan hatim… Lê îro careke din haya min jê çêbû, zimanê kurdî, wejeya kurdî, nivîskarên kurdan çi gunehin!!! Îro parlementer, siyasetmedarên kurdan hatibûn gûhdariya Mungan!!! Ji dilê xwe dipirsim gelo, çend parlementerên kurdan hatiye çend bernamê nivîskarên kurdan… Gelo çend nivîskarên tirk, çend nivîskarên kurd li ku çawa çi!! Bi çi awayê gûhdar kiriye, çiqas qiymetê daye. Ma hîn siyaseta kurdan, wêjeya kurdan nepejirandiye. Îro careke din ez û dil bi hev ketin… Erê raste paşnavê me ne Mungane, lê em li ser koka, Mela, Teyran, Xanî, Bedirxan…. Em, xwediyê şaristaniyekî ne, şaristaniya destpêka dîrokê. Lê îro, kok di bin axê de ye, lê bila herkes bizanibe, kok dema şax da, pel û kulîlk li şaxan vebû, hûnê mecbûr vegerin… Ji bîlî zimên û wêje tu şanseke we nîn e… tu şanseke we tuneyî… wê tunebe jî… Heta ku haya we ji kulilkên bexça we tunebe hûne tunebin, heta ku haya we ji darên bexça we tunebin hûnê tunebin….

*Yildiz Çakar

Çîva-çîva çivîkê bû li ber derî;
Derî jî li ber xeyalan bû,
xeyalên ku derketibûn geştê.
Revovanî bû çivîktiya min,
li rojvegerekê ez û tu tê de digeriyam
ji ber ku ez bûbûm çivîk û tu jî baz.

Yildiz Çakar
Ji: Derî r:22 weşanên Avesta


Posted via Blogaway

YAQOP TILERMENÎ

Sergo ne, ewên bi ser lingan dikevin. Sergo ne, ewên dawiyê jiyan wan diterikîne û weke vî çewalî li ser erdê radizên. Jina ku ber diavêje jî, sergoyekî diafirîne. Pizanka ku bi mirîtî ji dayikê dikeve, carina tê binaxkirin carina jî tê avêtin. Pizanka mirî di navbera bihuşt û dojehê de dimîne. Îcar em fena mêran ne qevzên jiyanê ne. Ew naxwazin ji gûyê xwe bi dûr bikevin, di rodiyên xwe de hişk dikin, naafirînin û qevz dibin. Gerçî ev bîrbûneke kûr û dirêj e, di vê keleqija germê de bi çend hevokan nayê vegotin

YAQOP TILERMENÎ- SERGOTİNA CALVÎNO-AVESTA