Şewata evîna te
Şewata evîna te
û xewna zayîna te,
li ser riwê parzemîna min...
deng vedida,
dilê xwedanê xwe....
mîna payîzeke xemgîn
xembar dikir.
* * *
Şewata evîna te
li ser eniya evîndarekî...
tevna xibşa min dirist.
Sitrana êşa min digot.
Helbesta dilê min dihûna.
Sorgul xemla xwe dipîva.
* * *
Şewata evîna te
Li cihekî...
dilê xwedan,
derz dikir.
Kulê dilan,
pir dikir.
Pişta dayik
xûz dikir.
Keştiya wî,
şaş dibir.
* * *
Şewata evîna te
xwedanê xwe.....
dikire..... mîna peleke payîzî zer
û li ber pêlên bayekî sivik
bi lez..... dihejiya,
bê xatir....
diçû serdana demsalên din.
* * *
Şewata evîna te
xwedanê xwe,
Kire mêvanê şevên şîn.
Jê didizîn....
şemala bejna wî,
raza wîyî..... nediyar,
tîrêjên peyvên wî
û di wî de bikujin
hêviya welatê wî.
* * *
Şewata evîna te
li xwedanê xwe.....
sar dikir hêlîn,
teng dikir gerdûn
û li ber dergehên bazirganan...
dest girtî
dima,
bendewar
diqerimî
û li ser piyan,
bi keleke germ.....
bi rûdaneke seyr...
dildar....
diponijî.
Ji:Demsala Dil / Azer OSÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder