Arjen Arî

Girtî me
Li dûr
û hepsî
serdana min î û tu tê
û ramûsanekê nikarim bistênim
heyfa salan hiltênim
deyndara min be
û wer bihêle
hinarkên gewezî!

Îlleh, distênim
qîma xwe tênim, carek din...
Serdanek din,
-Hê bi rê neketî, hê li malê-
bipêçe ramûsana
ji min re, li desmalê...

Arjen Arî,
Ji: Ramûsan min veşartin li gelîyekî (pirs hene, zanim)

li hezê digerim, niha...
dizanim; dengê xwezayê ye hez:
herikîna avê, guvîna bê, xuşîna spîndarê...
min xezalek wenda kir li vê pesarê:
dildarên xakekê nebedî bûn
di şiveriyên çiyayekî de, vê berêvarê!

Ji: Kulîlkên Be'îvan - Arjen Arî
rûpel:24

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder