Fatma Savci


Qesra ku xuya bû ya wê ye jî ne wek tu qesrên ku beriya niha min dîtibûn. Çavên min bi tiştekî wisa neketibûn. Wê ber êvarê şewq û xal ji hêtên qesrê diçûn. Wek krîstalan dibiriqîn. Bi qasî şatoyeke çîrokan xweşik û wisa bi sehw bû. Sûr û kelehën wê bilind bûn. Ew ji kîjan keviran lêkiribûn? Dema min bala xwe dayê şewtek ji cênîka min çû. Mîna ku hinekan şeqameke tûj li rûyê min dabin. Şewişîm. Min ji çavên xwe bawer nekir. Erê. Ew qesr ji diranan lêkiribûn. Diranên spî wek mircanan. Ji diranên kursiyan, yên guran, diranên zîvî, yên zêr. Niha êdî qesra wê jina bejin bilind li ber çavên min wek kokeleke ji diranan xuyabû. Ev çi sosret bû? Ji berê de ji diranên hilkirî ditirsiyam. Min hew debar kir û xwest ji vê ecêbiyê berê xwe biguherînim û birevim ji wir. Lê çokên min bi ya min nedikirin...

Ji: Rîstika Morîkan - Fatma Savci
rûpel:16
Spas ji diyariya Weşanxaneya AVESTA yê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder