'Berê
ji dengê xwe dimire mirov, berê deng bi mirinê qayil dibe, ku ne ji
nişkê ve di derîyê jiyanê re têkeve hundir û xwe li hemû giyanê mirov
bipêçe. Berê deng diderizîne û di derzê re xwe bera gewriyê dide, girêka
xwe pev dixe. Dûre ji awîrên xwe dimirê mirov. Dişkîne awiran û di
keviyên riziyayî de ên çav re, di nav mijangên westiyayî re difiridîne
nav qermîçokên rû, xwe li gwînê pûçbûyî dipêçe û hemû giyan bi mirinê
qayil dibe.''
Îrfan Amîda
Ji:Pêşengeha Sûretan, weşanên LÎS r:7
Îrfan Amîda
Ji:Pêşengeha Sûretan, weşanên LÎS r:7
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder