Selîm Berekat

Lê mîna janekê
Bask bi pêş de diçin
Mîna janekê
kurd ber bi rastiyê ve diçin
mîna janekê
roj kor derbas dibe Mehabad
û ez
koçerî bi koçerî bi eynî şiva xwe
bi cot solên werzişî û çepikên lal
yên li ser derenceyan jibîrkirî
ez xwêdana li ser eniya te zuwa dikim
ey firîşte
û hestiyên xwe
didim ber herdu baskên te
da ku xaka li pişt te diweşe
bicivînim
bahoz bi bahoz û ciwanî bi ciwanî
li hêviya ku ez tîra dawî biawêjim
aliyên xwîna dawî
pişt re ezê xwe bijimêrim
nalîn bi nalîn
ji Mehabad ta Mehabad

Selîm Berekat
Ji:MEHABAD ber bi olimpiyada Xwedê de
bo Kurdî: Jan Dost
rûpel:55-56 weşanên AVESTA






Hoo ji Şengalê ber bi Toros ve dibeze
hoo ji Cizîra Botan re:
Keleh in tenik û surh in weke destan
mirariyan diçinin
û heykelin bayê gem dikin
belê yên -weke min- hildikişin tariyê,
li ser derenceyên wê yên ji bazelt
ew in azmûna şiyariya
ku di xewnan de şerê dartaşan dibîne

Selîm Berekat
MEHABAD ber bi olimpiyada Xwedê de - weşanên Avesta

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder