Yildiz Çakar

Dinya dilê xwe vekir!
Û av kete xewê."

*Yildiz Çakar-Derî-Avesta‘bi xêra serê te /yeka din lê zêde’

Bi- gorî;
ne ku ji te hez nakim / ez jineke bêhesabim
ne li te/ ne li evînê
du qemer gotin lê nakim…

Bi-gorî;
kulîlk li destan hişk bû
ken ji dilan dûr/
ger bizanibim tu bêhesabî
li ser evînê bi xasî
ne yek / ez gorî bi hezar û yek carî

yildiz çakar

Gotinên di cîh de...

Gavek berê ji bername Murathan Mungan hatim… Lê îro careke din haya min jê çêbû, zimanê kurdî, wejeya kurdî, nivîskarên kurdan çi gunehin!!! Îro parlementer, siyasetmedarên kurdan hatibûn gûhdariya Mungan!!! Ji dilê xwe dipirsim gelo, çend parlementerên kurdan hatiye çend bernamê nivîskarên kurdan… Gelo çend nivîskarên tirk, çend nivîskarên kurd li ku çawa çi!! Bi çi awayê gûhdar kiriye, çiqas qiymetê daye. Ma hîn siyaseta kurdan, wêjeya kurdan nepejirandiye. Îro careke din ez û dil bi hev ketin… Erê raste paşnavê me ne Mungane, lê em li ser koka, Mela, Teyran, Xanî, Bedirxan…. Em, xwediyê şaristaniyekî ne, şaristaniya destpêka dîrokê. Lê îro, kok di bin axê de ye, lê bila herkes bizanibe, kok dema şax da, pel û kulîlk li şaxan vebû, hûnê mecbûr vegerin… Ji bîlî zimên û wêje tu şanseke we nîn e… tu şanseke we tuneyî… wê tunebe jî… Heta ku haya we ji kulilkên bexça we tunebe hûne tunebin, heta ku haya we ji darên bexça we tunebin hûnê tunebin….

*Yildiz Çakar

Çîva-çîva çivîkê bû li ber derî;
Derî jî li ber xeyalan bû,
xeyalên ku derketibûn geştê.
Revovanî bû çivîktiya min,
li rojvegerekê ez û tu tê de digeriyam
ji ber ku ez bûbûm çivîk û tu jî baz.

Yildiz Çakar
Ji: Derî r:22 weşanên Avesta


Posted via Blogaway

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder