Sergo ne, ewên bi ser lingan dikevin. Sergo
ne, ewên dawiyê jiyan wan diterikîne û weke vî çewalî li ser erdê
radizên. Jina ku ber diavêje jî, sergoyekî diafirîne. Pizanka ku bi
mirîtî ji dayikê dikeve, carina tê binaxkirin carina jî tê avêtin.
Pizanka mirî di navbera bihuşt û dojehê de dimîne. Îcar em fena mêran
ne qevzên jiyanê ne. Ew naxwazin ji gûyê xwe bi dûr bikevin, di rodiyên
xwe de hişk dikin, naafirînin û qevz dibin. Gerçî ev bîrbûneke kûr û
dirêj e, di vê keleqija germê de bi çend hevokan nayê vegotin
YAQOP TILERMENÎ- SERGOTİNA CALVÎNO-AVESTA
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder