Ey bajare şevlêgeriyayî! Li dîwarê hişî daliqandî bûn wer êşên
te.Terrîşekê diçirrînim, ji serê dilê xwe.Li binhişiya te ya xwînbûyî
girê didim.Ey bajarê zimanê wî li hevgeriyayî!Li ber avan diçûn peyvên
te yên bêxwedîmayî.Helkehelk li ser dilê çemê DîcleyêLi hev diketin
pêlên wê.Ey bajarê xewlêherimî!Kolanên te yên teng, cih li zarokan teng
dikirin.Çavên wan li rêyeke dûrDi bendemayîna bawî de, kela girî
dadiqurtandin.Lehî radikirin di hundirê xwe de.Ey bajarê şevên te
jinbîmayî!Heyv û stêrkên te jî dihatin kuştin.Ji serî û heta
binî,Tarî...
Bajar- Janez Sar
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder