Şimikên dilê xwe deyne û
Dilxwas derbasî nav stiriyên vê romanê bibe
* Jan Dost- 3 Gav û 3Darek-avesta-2012
Bi sedan pêxember hatin, bi sedan fîlosof û hekîmên mezin hatin ku
mirovan hinekî kedî bikin û ji xeleka kovîtî û hovîtiyê derxin lê
nikarîbûn. Pilingek kedî dibe ji ber ku ew tenê piling e. Rûpêç yan
rûpoşeke wî tenê nîne. Hema mirov! Di binê rûpoşan de nema rûyê wî tê
nasîn.
martînê bextewer - jan dost
Ma qey nizane ez kurê Mad im!!
ji bendê giran gerden azad im
naxwazim bijîm bindest û reben
ji bo serbestî didim can û ten
Ji:Kela Dimdimê - Jan Dost
rûpel:105 weşanên AVESTA
Pir şehîd ketin li meydana şer
Qehreman Egîd ji bo wan rêber
Riya serxwebûn dûr û dirêj e
Yê ku daye ser xwînê dirrêje
Lê gel bawer e, wê bi serkeve
ji Kurdistan dijmin derkeve
Wê ava bibe welatê azad
Hemî kes bi kêf, hemîkes dilşad
Ji:Kela Dimdimê - Jan Dost
rûpel:187-188 weşanên AVESTA
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder