Lokman Ayebe

Leyla destê xwe xist bin çengê Dilşêd, xwe spart wî û meşiya. Rona li Sermest nihêrî. Xwe bêkes, sêwî, û rût hîs kir. Wê jî di hundirê xwe de xwest ku, di bin çengê wî keve. Sermest, ev bêkesiya wê, ev sêwîbûna wê, ev rûtbûna wê fêhm kir û destê xwe dirêjî destê wê kir. Bi destdirêjkirina Sermest re, di hundirê Ronayê de, çemek herikî,  wolqanek teqiya, çivîkek firiya û zarokek giriya...

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:55 weşanên BELKÎ

" -Kêmanî di çi de heye Sermest? Çi te têr nake?"
"-Ez nizanim... Dibe ku kêmanî ne li derveyî min, di min de be. Ger kêmanî ne li derveyî min de bûya, min ê bikaribûya ev kêmanî bidîta û tije bikira. Lê ji ber ku kêmanî ne di min de ye, tutişt ji destê min jî nayê ku, ji bo ez vê kêmaniyê dagirim. .."

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:57 weşanên BELKÎ

Bi tenê dilopek hêsir ji çavên wê herikî û xwe berra ser hinarikên gepa wê da. Vê dilopa hêsirê dewsa gellek gotinan dadigirt. Dilê herduyan jî dişewitî, lê ma dilopek hêsir wê çawa karîbûya şewata du dilan vemiranda. Du dil li kêleka hev dişewitîn... Sedema şewata dilê Ronayê ji dilê Sermest û sedema şewata dilê Sermest jî ji şewata dilê Ronayê dihat.

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:58 weşanên BELKÎ

...Lîstikeke Shakespeare a şanoyê hat bîra wî, di lîstikê de; mirovekî xizan diçû li goristana qralên welêt zîro digirtin û ew dibirin bi wan masî digirtin. Ew masiyên ku wî digirtin, dipijirandin. Wî û kulfetên xwe jî ew masî dixwarin.  Piştî masî dixwar derdiket kolanê û digot; "A niha qralêk di mahdê min de ye"...
.
.
.
zîro ditirse ji mirîşkê
mirîşk ditirse ji mirovî
mirov ditirse ji zîroyî

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:58 weşanên BELKÎ

"Ger li welatê me duello ne qedexe bûya, min ê xwe di duelloyekê de bi kuştin bida, ji bo mirovekî xwe dixwaze bikuje û destên wî nagere xwe bikuje, duello çareseriyeke pirr baş e!"

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:90 weşanên BELKÎ

"Te jî ez nas nekirim, ne? Min jî ewil xwe di vî halî de nas nekir. Ez kuştiyê te me. Ez hatim tiştekî ji te re bibêjim û ez ê biçim. Netirse, ji xwe netirse. Te ez kuştim, veya bi xwe jî bike."

Lokman AYEBE
ji: Jar Lê Sermest r:126 weşanên BELKÎ


Posted via Blogaway

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder