Ebdulla PEŞÊW

                                                                     Leşkerê Winda

Dema şandeyeke biyanî tê welatekî,
tacgulekê dibin ser gora
Şervanê Winda.
Ger sibê
şandeyeke biyanî were welatê min
û ji min bipirse: Ka gora
Şervanê Winda?
Ezê bibêjim: Ezbenî,
li berava her coyê
li ser doşkê her mizgeftê
li ber deriyê her dêrê
her şikeftê,
li ser kevirê zinarê her çiyayî
li çiqê her dara daristanê
li Kurdistanê
li her bosta axê
li her geza esman...
xem nake, piçekî xwe bitewîne
û tacgula xwe lê deyne.

Ebdulla PEŞÊW

Serbazî Win-Leşkerê Wenda
Ke wefdê deçête şwênê,
bo ser gorrî Serbazî Win
tacegullîneyek dênê.
Eger sibey
wefdêk bête willatî min,
lêm bipirsê :
'' kwanê gorrî Serbazî Win ?''
Delêm :
'' Gewrem!
Le kenarî her cogeyê,
le ser sekoy her mizgewtê,
le ber dergay,
her mallê,
her killêseyê,
her eşkewtê,
le ser gaberdî her şaxê,
le ser dirextî her baxê
lem willate,
le ser her biste zemînê,
le jêr her geze asmanê,
metirse! Kemêk ser daxe û
tace gullîneket danê!''

Abdulla Peşêw,,,
Şev daket,
çokên min qerimîn,
heyv bi banê esman ve betilî.
Deriyê xwe li min veke!
Îşev hatime
çinîna
gurzeke nêrgizên çavên te,
bo hinek bêhnvedanê,
bo xewnekê, bo piçek girînê
li ser ewrê keziyên xav ên te.

Îşev hatime...
Çirîskên bajarê bîranînan bang kirime.
Li gel sîmayê min yê zarokane,
bi biyên xwe yên şor ve,
hatime û venagerim.
Yan ezê bigihim te
yan jî mîna mûmekê
bişewitim û bihelim.

Deriyê xwe li min veke!
Heman dildarê berê me,
eynî toza ber deriyê te me,
her tiyê li ber pûka berfê,
ba bahozê me!

Deriyê xwe li min veke!
Heman kes im
ku ta duh jî
te ji ronahiyê diniximand
û li ber siya gefan dixwand.

Deriyê xwe li min veke!
Qerimî û kerixiyê rêyeke dûr im.
Weke berê, ezê piçekê li bal te bim
û dîsa biborim!

Şev daket,
çokên min qerimîn,
heyv bi banê esman ve betilî.
Deriyê xwe li min veke!
Her dar û kevir ji tika dike!

Ebdulla Peşêw / 1969 Hewlêr,,,
Xewa Min Nayê / r. 276-277,,,
Ji Soranî : Husein Muhammed,,,
___________________________

Şev bû dereng
Çoka min sist bû
Hîv li nav ezman kizirî
Derê xwe li min veke
Îşev hatime
Ji çinîna baqek ji nergizên çavê te
Bo razanek, bo xewnek, bo hin girîn
Li ser ewrê porê te yê xav
Îşev hatime
Çirîska bajarê yadîgar bangî min kir
Bi sîma zarotiya xwe ve
Bi xema şorebiya xwe ve
Hatime û venagerim
An digihîjim te
An wek momekê dişewetim û dihelim

Derê xwe li min veke
Ez dildarê te yê cara me
Her zeviya ber deriyê te me
Her tîna berf û barana te me
Derê xwe li min veke
Ez ew kes im
Heta do
Li nav gewriya ronahiyê te ez vedişartim
Li nav tasa tirsê te ez vedixwarim

Evdila Peşêw,,,
Veger - Birakujî / r. 58-59,,,
Ji Soranî :Rûken Bagdû Keskîn & Bedran Hebîb,,,Ne dijî wê me
ku dîktator dinyayê bigirin,
cîgirên Xwedê bin, pir bin.
Lê min şert û mercek heye:
Divê zarok dîktator bin.

Ebdulla Peşêw,,,
Xewa Min Nayê / r. 104,,,

Îsal bê çiya Newroz nakim
Bê bêhna giya Newroz nakim
Newroz nakim bê rivîna sorahiya agir
Newroz nakim eger reşbelek tozê raneke
Û ez nebim serekvan

Kezeba min
Sibehê zû min şiyar ke
Zahf ditirsim
Kewek karek gundek şarek
Çemek çiyayek ji bîr bikim
Zahf ditirsim
Darek kevirek
Koxek tozek
Giyayek ji bîr bikim
Sibehê zû min şiyar ke
Dîsa nebê bila têrxew be
Min sond bi çiya xwariye
Ku Kurdistana xwe ya dûr
Bi germiyan û zozan
Biguhêzim bi xerîbî
Bi oda xwe

Moskov / 1979
Evdila Peşêw,,,
Veger - Birakujî û Şiîrên Bijarte / r. 51,,,
Werger : Rûken Bagdu Keskin, Bedran Hebîb,,,

Îsal bê çiya Newroz nakim
Bê bêhna giya Newroz nakim
Newroz nakim bê rivîna sorahiya agir
Newroz nakim eger reşbelek tozê raneke
Û ez nebim serekvan

Kezeba min
Sibehê zû min şiyar ke
Zahf ditirsim
Kewek karek gundek şarek
Çemek çiyayek ji bîr bikim
Zahf ditirsim
Darek kevirek
Koxek tozek
Giyayek ji bîr bikim
Sibehê zû min şiyar ke
Dîsa nebê bila têrxew be
Min sond bi çiya xwariye
Ku Kurdistana xwe ya dûr
Bi germiyan û zozan
Biguhêzim bi xerîbî
Bi oda xwe

Moskov / 1979
Evdila Peşêw,,,
Veger - Birakujî û Şiîrên Bijarte / r. 51,,,
Werger : Rûken Bagdu Keskin, Bedran Hebîb,,,

Ma kî ji min bêzartir e ?!
Min dilberek hebû
ku mîna dilopeke rondikan
di çavên min de miçiqîbû.
Li rojeke bihara salê heftêyan
ji çavên min rijiya.

Ji wê rojê ta îro
ez bendewarî
wê hêsira nediyar im,
dikim nakim, nikarim
dîsa wê peyda kim.

Ma kî ji min bêzartir e ?!
Min dilberek hebû
ku mîna hilmeke paqij
li ser singê min
hêlîna xwe çêkiribû.
Li rojeke bihara salê heftêyan
mîna çivîkekê
cegera min bi cih hişt.

Ji wê rojê ta îro
dikim nakim, ax, nikarim
wê hilma aware
dîsa peyda kim,
berhev bikim
û vegerînim
nav cegera xwe.

1973 Kurdistan,,,
Ebdulla Peşêw,,,
Xewa Min Nayê / r. 228-229,,,nizanim çawa têkilî te bim
eger buhuştî bî bêje min
sejde bibim bo hemû xwedayan
eger dojehî bî bêje min
heta bi zeviyê tije kim sûncan
nizanim çawa têkilî te bim
eger axeke dagirkirî bî bêje min
heta bi postê xwe bikim ala te
eger weke min jî qereçiyek bî
tixûbekî ji min re bikşîne
ji xwe re min bike welat

Helbest : Evdila Peşêw
Veger / Birakujî / 75,,,

Tênagihêm
Tênagihêm
Eger tivingek hezar fîşek tê de hebe
Û di destê kurdekî de be
Û berê wê li kurdekî be
Çawa dilê wî digre lê bide
Heema agir jî berda be

Ji: Veger - Birakujî - Evdila Peşêw
bo Kurmancî: Rûken Bagdu Keskin, Bedran Hebîb
rûpel:38 weşanên AVESTA

Îro ne roja şiîrê ye
Ji ber vê ez ji we re diaxivim
Bi zimanekî gelek sade
Ji we re dibêjim
Ewê kurd be û kurd bikuje
Pîç e teres e qewad e

Ebdulla Peşêw









Posted via Blogaway

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder