Kawa NEMİR

Sone 25

Bila yên ku sahibrewac in, bi xeml û xêzan,
Bi text û tacan, nîşanên fêzan fortan bikin,
Bext textekî wiha nedabe jî minê xizan,
Şad im bi şanên pê re min şadê şadan dikin,
Perîmîr vedidin perên pelên xwe yên bedew,
Lê wax gidî, wekî mexmorkan in li ber tavê,
Di wan de wer xef dimîne kawiya wan û hew,
Te dî rû tirş kirin, mirêsa wan çû ji navê.
Şervanê zor î navdar î di şêr de pêşîkêş,
Ku piştî hezar serkeftinan te dî bû şemo,
Navê wî'j sînemdeftera rûmetê dikin rêş,
Ji keda wî çi mabe, tê jibîrkirin hemû.
Nexwe şad im minê ku evand, hatim evandin,
Bi war, bê war, ne diqedim, ne jî têm qedandin.

Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:103 weşanên LÎS
SONE 18

Çi bikim, çi? Te bidim ber rojeke havînê?
Delaltir î ji wê, xulqê te jê firehtire hîn.
Bayên kur dikujin delalbişkojên Gulanê,
Qewlê havînê zêde zû tê, dewrana wê nîn.
Car heye pirr germ diçirûse çavê esmanan,
Zor caran zêrînbegzê wî bi şewq û şemal e,
Her kej ji dadê dadikeve ji text carinan,
ji bext, an jî ji çerxa siruştê ya kumral e;
Lê havîna te ya nemir dê çu neçilmise,
Dê ne ew milkê bedewiya te winda bibe,
Ne Mirin qure be siya wê li ser te lîs e,
Her li van risteyan bî, dê mezinî para te be.
      Ta ku ruh li ber mirov be, an jî çav bibînin,
      Wê ev çend bijîn, ev ê tim jînê bo te bînin
Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:89 weşanên LÎS



SONE 66

Bê zar im ji dinyaligê, dilzar, bimirama, -
Dibînim, merd kirin parsek li Kuçe-Kolanan,
Rûtik û Behle bi xeml û xêz, nabêjî çima?
Baweriya pak kuştiye şerê xwarzê-zalan,
Şerm çûye, şoreta bi xeml û xêz hatiyê cî,
Xamatiya dilpakî bi zorê danê amê,
Serpakî peymala kir qanûna axa hecî,
Hêz bû Kurdcehş, bi biratî derket ji Tehmê,
Zordest zimanê Hunerê best bi heft werîsan,
Hişsivik hefsar kir Şarezatî bin nezanî,
Te got, Rastiya saf, gotine te, Dilsaf, dîsan,
Pakî dîlê nepakiyê, Binzîn bû’b hêsanî:
      Bê zar im ji dinyayê, lê xim herim mirinê,
      Lê ez ê dildarê xwe çawa bihêlim tenê.

Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:185 weşanên LÎS


Sone 2

Roj hat, çil zivistanan dora eniya te girtin,
Kendên kûr kolan li wargehê bedewiya te,
Bejna te ya’l ser zar û zimanan, ew wergirtin
Dê tîştîşî be, pênc panot neke rindiya te:
Ku pirsîn, ‘ev hemû bedewiya te li kû ye, ka,
Ka ew hemû gencîneya te ya rojên te yên şeng û geş,’
Ku bibêjî, di van çavên bi kor de çûne, ha,
Şerma çavçiliyê ye, pesnê rojen destbelaş.
Hê hêjayî pesnan be rindiya te ya çûyî,
Tu dikarî bibêjî, ‘ev zarê min ê ciwan
Hesabê min wer nahêle, rast dike ya bûyî,’
Bi paşewatiya wî vê yekê bidî nîşan.
                Ku roj hat tu pîr bûyî, ew ê were ser kar e,
                Bihisî bi xwîna germ, gava bihisî sar e.
Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:57 weşanên LÎS


Sone 74

Dilxweş bî, gava ku wê bendîxaneya zordest,
Wê mirina bêdesteberî, ez girtim birim:
Jîna min qe nebe ev kar bi dest xist, ev helbest,
Wê bo te tim bibe bîrdarî, gava ez mirim.
Gava vê ji nû ve bixwînî, tu yê bibînî,
Min ew têk de bo yadgara te nivîsandiye.
Kara xweliyê hew xwelî ye, qey tu nabînî?
Lê gewherê hebûna min, canê min ê te ye.
Nexwe, tê durrdî bişemirînî, vexwî safî,
Ev laşê mirî dê bibe xurê kurm û kêzan.
Tirsokê li ber kêra yê wehş e bi bêmafî,
Wisa sernewq e, neyne bîra xwe, wisa bizan.
                Nirxê laş bes ji ber naveroka ku tê de ye,
                Ew jî ev riste, dijîn bi te re jê pê de ye.
Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:201 weşanên LÎS



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder