Baran dibarî.
Ez rêwî bûm. Rêwîyek bi tenê. Rêwîyekî hustîxwar. Di destpêka Rêyeke dirêj; Rêyeke nedîyar de. Baran dibarî.
...
Sedat YURTDAŞ
Kevoka Xeyalî R:7 weşanên ELMA
Jixwe, min di hemû emrê xwe de ji vegeran hez nedikir.
Sedat YURTDAŞ
Kevoka Xeyalî R:8 weşanên ELMA
Bajar hene mîna dayîkan meriv hembêz dikin, radipêçin, diparêzin.Bajar hene, mîna damarîyan meriv diqurmiçînin, bi şilmaqan li nav guhên meriv dikevin; meriv diqewitînin
Sedat YURTDAŞ
Kevoka Xeyalî R:8 weşanên ELMA
Ramanên min belawela, qet-qetî, xwarovîço, bêşekil, tevlihev, di serê min de bi bêahengî difûrîyan.
Sedat YURTDAŞ
Kevoka Xeyalî R:10 weşanên ELMA
Birin, çavgirtin, tazîkirin, pirs, lêdan, qêrîn, sixêf û hemû hemû cûreyên îşkenceyê bi carekê de hatin bîra min. Hemû cûreyên lêpirsînê mîna şerîdê fîlmekê di ber çavên min re derbas bûn. Min di nav bêhngirtinekê de dît. Min bihîst. Min di kûrahiya canê xwe de hîs kir...
Sedat YURTDAŞ
Kevoka Xeyalî R:13 weşanên ELMA
Posted via Blogaway
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder