M. Alî K.

Zilamê bi bedlê gewr

Zilamê bi bedlê gewr rûnişt û kaxezek îmze kir. Di demeke kurt de, refên teyrikên ku li giravên bakur diman, mirin. Pişt re telefon kir û got erê. Û darên ku li daristana xelkê daxêvîn, winda bûn. Kaxezeke din îmze kir û çiyayê bayê me tazî ma û bi hezaran kamyonan kevir bar kirin, birin dûrayê, welaten din. Zilamê bi bedlê gewrîn faksek şand û av, di çemên piçûk de çikiya û fakseke din şand û av di çemên mezin de çikiya. Zilamê bi bedlê gewr îmzekirina kaxezan didomand û bi qandî ku di telefonê de deng dikir, welat piçûktir dibû. Îmzeyeke din bû sedema ku gelek mirov bi çiyan bikevin û hemû berazên kovî bikujin; û fermaneke din hemî mange stewr hiştin û yeke din hişt ku hemû darên zeytûnan, li welêt, bêne jekirin. Û wî îmzekirina kaxezan her didomand û ha bi ha di telefonê de daxêvî, ta ji bo firavînê jî nawbên nedayê. Dema ku hinekan di wexteke şevê de jê re bi pistepist got ku ew divê bêhna xwe berde, wî bi qêrîn bersiv da û got, Bila kesek min ranewestîne! Sibetirê dema dengê hinekên ku bi tirs daxêvîn û li deriyê wî didan, bihîst bi qêrîn got; Tu kes bila min nerehet neke! Û xwendina kaxêzan, îmzekirina wan û axaftina di telefonê de berdewam kir û sê rojan bê vesîn û rawestan xebitî her ku pê de çû, welat piçûktir û piçûktir ü piçûktir, bû. Dema ew kînga ji cihe xwe rabû û di pacê re temaşe kir, êdî welat tunebû û zilamê bi bedlê gewr ji hewayê bêhnek kêşand. Kaxêza dawîn îmze kir û mir.

M. Alî K.
Ji: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim
rûpel:103 weşanên AVESTA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder