Rênas Jiyan

Berî Hûn Min Daliqînin

berî hûn min daliqînin
ji min re qala genimên spehî bikin
ew genimên ku qedera serê min û wan yek in
ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin

berî hûn min daliqînin
ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin!...
û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin!

berî hûn min daliqînin
ji kîsê min
an jî bi zêrên jina min
ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin

berî hûn min daliqînin
heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin
te dî adet e tê pirsîn
daxwaza min ev e, guhdarî bikin:
herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin!..

berî hûn min daliqînin çavên min vekin
ez ji we re dibêjim çavên min vekin!!!
û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin!

piştî we ez daliqandim
bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin
serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê
û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!
ez jahr im!

piştî ku we ez xwarim
li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û
bicehemin!...

Rênas Jiyan

Aniha em li ber devê derîyên qesrên kapîtalist in.
Zarokên xizan û gemarokî xwe bi dawa te ve dizeliqînin.
Ji bo ku bipîvin bi mêzînên xwe yên destan çirûskên çavên te
''Eta eta!'' dibêjin û li dû te dibezin.
Tu besteniya destê xwe didî wan û
bi a te be,
tê min jî li wan par bikî.
Min nizanîbû ku di çavên te de ez ewqasî pir im...

Rênas Jîyan
Ji; Mexzena xwînê(qoleksîyona 4'em)

''Destên şoreşên te çima weha li ber rûyê wê ye?
xemgîn e
xizan e
diponije
ma tu ji bo ku şoreşa xwe pêk bînî
tu li benda şoreşeke din dimînî

pêk bîne şoreşa xwe
mija kul bikavilîne
Rûmet bi çarpîkan diçe
Wê bi firrê bixe...''

Rênas Jîyan
Ji : Janya, li herî jorin firîna bêbask/7

gava ku ez diçûm
niviştek çêkiribû
dêya min
ji bo min
sê nanê firnê qewl kiribû
ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista
lêvikên wê diricifîn
çavikên wê diperpitîn
ku ez vegeriyama
wê sê rojan rojî bigirta
di ber rêya xwedê de
wê sê nanê firnê belav bikira
di ber rêya şêx û ûcaxan de
wê şîrê şêran ji min re bianiya
di şîvê êvaran de
wê gulîsorek porr hinnekirî bixwesta
li gora dilê xwe
ez bizewicandama
ne sê nanê firnê belav kir dêya min
ne sê rojan rojî girt
ne gulîsoreke porr hinnekirî xwest li gorî dilê xwe
û ne jî şîrê şêran anî di şîvê êvaran de
ve-ne-ge-ri-yam
li wir mam
hêviyên wê di dilî de
bûn kulmek cîncoq
şikestin û man
porrkurra dêya min
li ser dika malê
hîn li hêviya min e
hîn...
wê li wir porr spî kir
û min jî li vir jîn

Ji:Janya - Rênas Jiyan
rûpel:64 weşanên BELKÎ

KUL3

li sûkên ku bi mirovan xeniqîne
tukes newêre ji tirsa tenêtiya min bang li hevdu bike
hey ez
li xwe dizîvirrim
li te
li dengê te yê ku rijiyayî erdê dizîvirrim
/ her li-xwe-zîvirrandineke min
bi darvekirina serhildêrekî encam dibe /
hemû firoşkar bi yek sewtê te difiroşin
ajovan, dikandar, avfiroş, barkêş...
tu yî
a ku li camiyan azan didî,
a ku li kuçeyan mêran dikujî,
a ku li radyoyan kilaman dibêjî,
''dîn-hiştê'' tu baş fahm dikî, ne...
bê min çiqasî bêriya te û kenê te yî tijî girî kiriye

Rênas Jiyan,,,
Janya / r. 97,,,

çirûskên te şirîkî ne weke hirbiya diya te
tu li qeraxa golê rûniştiyî, çîpên te hilkirî ne
çelp-çelpa avê ji reqsa piyên te
derdora te mişt teyrik
di stuyê te de kinêrik
tu bi avê dilîzî, tu zaroka avê yî
çend kerî masî birayên te ne
lêvên te şil
porê te toprîhan
dilê te di golê de girav
çirûskên te weke pelên payizî li ser golê belavbûyî
ez paleyê pêlên pehlewan
ez etarê çirûskên çavên li ser avên golan...

r. jiyan,,,
mexzena xwînê / r. 15,,,

berf û pûk
destên xwe di bêrîkên xwe de
û serê xwe di nav milên xwe de vedişêrim
xwe diqurnisînim
bê serî xwe digerim
bi dilê te digerim
dilê min heye ku cixareyekê vêxim
qeşmerê bê nahêle
lê di dadanê de ji bê dijwartir derdikevim
îcar jî dil dikim ku di biniya berfê de straneke spî bêjim
lê li ser quzelqurta cixareya min
a ku ji muzîkê hez nake kab nayên avêtin
guh nadim sermayê û ji bo ku têxim nav tiliyên xwe cixareyê
destekî xwe erzan difiroşim berfê
û li dûrî te bi dengekî ku nivî jê kuxik
straneke bitîn û karîger li ser te û xwe dibêjim

tu
heger dixwazî ku ez ji te hez bikim
divê tu hez mekî ji min
ez ê navê te bi kêrê li avê binivîsim

Rênas Jiyan,,,
Janya / r. 62,,,

berî hûn min daliqînin
ji min re qala genimên spehî bikin
ew genimên ku qedera serê min û wan yek in
ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin

berî hûn min daliqînin
ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin!...
û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin!

berî hûn min daliqînin
ji kîsê min
an jî bi zêrên jina min
ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin

berî hûn min daliqînin
heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin
te dî adet e tê pirsîn
daxwaza min ev e, guhdarî bikin:
herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin!..

berî hûn min daliqînin çavên min vekin
ez ji we re dibêjim çavên min vekin!!!
û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin!

piştî we ez daliqandim
bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin
serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê
û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!
ez jahr im!

piştî ku we ez xwarim
li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û
bicehemin!...

Rênas Jiyan

Dê û Law

gava ku ez diçûm
niviştek çêkiribû
dêya min
ji bo min
sê nanê firnê qewl kiribû
ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista

lêvikên wê diricifîn
çavikên wê diperpitîn

ku ez vegeriyama
wê sê rojan rojî bigirta
di ber rêya xwedê de
wê sê nanê firnê belav bikira
di ber rêya şêx û ûcaxan de
wê şîrê şêran ji min re bianiya
di şîvê êvaran de
wê gulîsorek porr hinnekirî bixwesta
li gora dilê xwe
ez bizewicandama

ne sê nanê firnê belav kir dêya min
ne sê rojan rojî girt
ne gulîsoreke porr hinnekirî xwest li gorî dilê xwe
û ne jî şîrê şêran anî di şîvê êvaran de

ve-ne-ge-ri-yam
li wir mam

hêviyên wê di dilî de
bûn kulmek cîncoq
şikestin û man
porrkurra dêya min

li ser dika malê
hîn li hêviya min e
hîn...

wê li wir porr spî kir
û min jî li vir jîn

Ji:Janya - Rênas Jiyan
rûpel:64 weşanên BELKÎ

di binê bîreke birîndar û bêbinî de
tu kes nikare bi qasî te xweşik bigirî
û binale jî

ne taldeyek mabû
û ne jî werîsê dewla jiyaneke neqetiyayî
te ji bîr kiribû

dawiya dawî
piştî ew qas cih, tu li binê bîrê vegeriyayî
     tarî
     tengayî
     tenêtî
     kurayî
   +__________
     bîr

Rênas JIYAN
ji:Mexzena Xwînê r:43 koleksiyona 12'em weşanên BELKÎ


Posted via Blogaway

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder