Baba Tahirê Uryan(Hemedanî)

Rubaiyat / Baba Tahirê Uryan(Hemedanî)

*(22 heb rubaî)

1
Lûrî

Me ger şîr û piling î, ey dil, ey dil
Be mu dayim be ceng î, ey dil, ey dil
Eger destem resed xûnet birîcem
Biwînem ta çi reng î, ey dil, ey dil

Kurmancî

Me ger şêr û piling î, ey dil, ey dil
D’ gel min her dem li ceng î, ey dil, eydil
Eger dest im giha xûna te d’rêjim
Bibînim ka çi reng î, ey dil, ey dil

2
Lûrî

Behar amed be sehra û der û deşt
Cewanî hem beharî bud û biguzeşt
Serî qebrî cewanan lale rûye
Demî kî mehweşan ayen be gulgeşt

Kurmancî

Bihar hat, hat ji bo çolê û der û deşt
Biharek bû, ciwanî hat, biguzeşt
Serê gora ciwanan lale zîl dide
Her li dema ku zerî têne gulgeşt

3
Lûrî

Bure rozî kî dîdarî te wînem
Gul û sumbul be dîdarî te çînem
Bure bunşîn berem salan û mahan
Kî ta sîret biwînem nazenînem

Kurmancî

Were rojek dîdara te bibînim
Gul û sumbul bi dîdara te çînim
Were rûnin nik min salan û mehan
Da ku têr te bibînim nazenîn im

4
Lûrî

Dilî şad ez dilî zareş xeber nî
Selametrû zi bîmareş xeber nî
Ne teqsîrî te în resmî qedîm e
Kî azad ez giriftareş xeber nî

Kurmancî

Dilê şad ageh ji dilê jar nîne
Kesê xoşrewş ageh ji bîmar nîne
Ne b’nasê te ev wêneyeke kevn e
Ku azad ji dîlî agehdar nîne

5
Delal, nava çavê min qesra te ye
Nav du çavê min cihê piyê te ye
Ditirsim tu xafil gav bavêjî û
Piyê te ji mûjankê min biêşe

6
Ji destê çav û dil herduyan feryad
Xencerekî çêbikim devê wê ji polad
Kî çav her çi dibînit dil dikete yad
Çavan bidem kî dil bibîte azad

7
Yê ez im, yara min navê bibe yar
Yê ez im, derdê min nabe sivikbar
Dibêjin ku yara te d'xewê de ye
Çi xewek ebedî ye û bêhişyar

8
Laleyên ser çiyayê min tu yî yar
Binefşên cokenarê min tu yî yar
Laleyên çiyayan yekhefteyî ne
Hêviya hemû rojê min tu yî yar

9
Wax li wê rojê ku biçim gora teng
Birijînin ser serê min ax û seng
Ne ling hebin ez ji maran birevim
Ne dest hebin b'mûriyan re bikim ceng

10
Bi kuça te, ta kengî werim biçim
Dûr ji weslat, ta kengî werim biçim
Li kuça te, ji bona dîtina te
Xwedê bitirs, ta kengî werim biçim

11
Felek te ez perîşan kirim axir
Te ez dûr ji gulîzar kirim axir
Te ez li nav texta tewlê rûnandim
Û b'şeş û penc, te'z wêran kirim axir

12
Cardin bû şev, da canê min bisoje
Ji serî heta piyê min bisoje
Jibo xatirê yeke sebzerengî
Ditirsim ku îmana min bisoje

13
Tu noşa min nîn î, êşam çima yî
Tu yara min nîn î, pêşam çima yî
Tu ku ji dilê min re merhem nîn î
Ser dilê min de xwêreşam çima yî

14
Qeder herdem guhê min de dibêje
Ku ev derdê dilê te bêîlac e
Ger tu cewher bî jî bêkirîdar î
Ji bona ku ruhê te bêrewac e

15
Şev tarî û rê bi kevir û ez mest
Qedeh ket ji destê min û qe neşkest
Parêzê wê, xweş parêziyê dike
Eger na, sed qedeh bê ketin şikest

16
Dilêm bê wesla te şadî nabîne
Ji derd û xeman azadî nabîne
Xerababadê dil, bê hatina te
Îlahî ti wext abadî nabîne

17
Dilêm derdîn û nalîn e, çi bêjim
Ruwêm tozîn û axîn e, çi bêjim
Li nav heftê'w du milletan geriyam
Ji murîdên sed mezheb re çi bêjim

18
Ez bi derd neşewitîme, derman çi
Ez nemirime, girî û fîxan çi
Gul û lale şewitîne sertaser
Ma eger bicivin ewr û baran çi

19
Ma tu şêr ya piling î, ey dil ey dil
Min re herdem bi ceng î, ey dil ey dil
Ez te bigrim, ez ê xwîna te rêjim
Bibînim ku çi reng î, ey dil ey dil

20
Kafir im ger cardin biçînim lale
Kafir im ger cardin av bidim lale
Kafir im ger navê lale zikr bikim
Dilê min dused car dax daye lale

21
Dilêm dûr e, bi halê wî nizanim
Kesî divim ku peyamkê bişînim
Ey Xweda tu mirina min dereng ke
Da ku ez çavên yara xwe bibînim

22
Tu ji min dûr î, dilê min ji min dûr
Hemû hewesê dinyayê ji min dûr
Bi canê dilberê ku l'herdu alem
Ji xeynî dilberam, her tişt ji min dûr

Baba Tahirê Uryan(Hemedanî)

Çavkanî(rûpela facebookê): "Baba Tahirê Uryan"

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder