Şahînê Bekirê Soreklî

Heke li gundekî Kurdan bûya, me dê leqeba "Apê" dabûya pêş navê Xidir, me dê weke "Apê Xidir" behsa wî bikira, lê em ê li vir weke "Xidir" behsa wî bikin, çimkî ew li Brîsbîn bi vî navî tê nasîn û ji lewre em mafê binavkirina wî weke "Xalê Xidir" jî nadin xwe.
Şahînê Bekirê Soreklî
Ji: Pisîk Jî Xewnan Dibînin r:70 weşanên Lîs
Ew qas raman dîsa di nav hişê min de xwe kirine nav ewrekî û dixwazin bibarin. Nîvê şevê careke din derbas bûye, giyan westa ye lê dil û mêjî bi hev re ketine qerezan, xew ji çavan dizîne. Ditirsim zû bimirim û kat rê nede gola ramanan ku bêjeyan têxe nav ewrên şevê û bibarîne.
Şahînê Bekirê Soreklî
Ji:Pisîk jî Xewnan Dibînin r:112 weşanên Lîs
"Diya min çardeh zarok pêşkêşî civata kurdan kirin, lê jiyanê tenê çel û çar sal dan wê, çel û çar salên tije jan, hêsir, kul û keser. Ez yek ji wan çardehan bûm û ji çakbextiyê law bûm, lawekî ku ji dest hat xwe ji bavê xwe bidize, da ku bibe cîhanperwer. Sal derbas bûn, ne min cîhan azad kir, ne jî wê ez."
Ji: Wendabûn




Posted via Blogaway

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder