Gulîzer

Em elimîbûn
Hûtên xerîb
Hercar dihatin
dev diavêtin berxikên me

Vê dawîyê
Hinek ji me jî
Di çend şevên nebixêr de bûn hût.

Çîrokên zarokatîyê rast gerîyan
Me ji kir haho:

''Şêr Şepal xezal
ji çîyayên jor werin xwar
Birayan bira xwar. ''

Ji: Bûka baranê- Gulîzer

                         2
Di paşila xwe ya kavil de bêriyên naşî
bi sebrikan xwedî dikir
bi bendemayînan kedî dikir

serê pêsirên wê tim bi hinne bûn
amedebûn ji her dawetê re

roj,êvarekê di nav herdu pêsirên wê de çûbû ava
bi dû kurtêlên tirêjan diket
ji bo roj hilê di paxila wê de
xwe dispart darên ziyaretan
çend ta ji keziyên jinebî
kir hêvî û girêda
li şaxek dara ziyaretê

Ji: keziyên jinebî - Gulîzer
rûpel:22

                             3

Evîn

Avê rojek dil da agir
Wê hemêz kir carek.

û hew...

Veqetiyan
Bûn çîrok li ser zar û zimanan
Yek hebû
Yek tune bû
Ku yek heba
Ya din tune bû.

Ji: Bûka Baranê - Gulîzer




Posted via Blogaway

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder